Îranê hişyarî da Amerîkayê: Me hîn jî dest pê nekiriye
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf gef li Amerîkayê xwar û got, “Me hîn jî dest pê nekiriye.”
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf di daxuyaniya xwe ya herî nû ya li ser aloziyên Tengava Hurmizê de hişyarî da Amerîkayê.
Qalîbaf got ku dê hevkêşeyeke nû li herêmê cih bigire û bi vê yekê "dê şerê Amerîka û hevpeymanên wê kêm bibe."
"Me hîn dest pê nekiriye"
Serokê Parlamentoya Îranê di peyama xwe ya ji bo Amerîkayê de dibêje:
"Em baş dizanin ku berdewamiya rewşa niha ji bo Amerîkayê nayê tehemulkirin.
Ev di demekê de ye ku me hîn dest pê nekiriye."
Qalîbaf anî ziman ku ewlehiya keştiyevaniyê û veguhastina enerjiyê ji ber Amerîka û hevpeymanên wê ketiye metirsiyê.
Wî bi tundî hewlên Amerîkayê yên ji bo sepandina dorpêça deryayî û “binpêkirina agirbestê” rexne kirin.
Aloziyên li Tengava Hurmizê zêde dibin
Vê hefteyê aloziyên di navbera Îran û Amerîkayê de yên li Kendavê û Tengava Hurmizê zêde dibin û metirsiya derketina şerekî rasteqîn zêdetir bûye.
Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump plana "Projeya Azadiyê" ya ji bo parastina keştiyên bazirganiyê ragihand, artêşa Îranê hişyarî da her hêzên biyanî ku bêyî destûra Tehranê hewl bide di tengavê re derbas bibin.
Berpirsên parastinê yên Amerîkayê ragihand, her du keştiyên têkşikêner ên Hêza Deryayî ya Amerîkayê USS Truxtun û USS Mason di dema derbasbûna xwe ya di Tengava Hurmizê re rastî êrişa bi mûşek, dron û belemên bilez ên Îranê hatine.
Lê hat ragihandin ku ti zererek negihîştiye wan keştiyan.
Bihayê petrolê bû 114 dolar
Donald Trump di berteka xwe ya li hemberî êrişan de ragihand, eger Îran êrişî keştiyên Amerîkî bike ew dê wî ji ser rûyê erdê rake.
Aloziyan wisa kiriye ku bihayê petrola brent bi qasî ji sedî 6an zêde bibe û bermîla petrolê bibe 114 dolar.
Medyaya cîhanî qala wê yekê dike ku agirbesta di navbera Tehran û Washongtonê de li ber têkçûnê ye.
Îmaratê jî di heman demê de ragihand ku pergala parastina asmanî ya wî welatî gelek mûşek û dronên Îranê xistine xwarê û agir bi saziyeke ûetrolê ya li Fuceyreyê ketiye.