Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îranê ragihand, ku komîteyeke lêkolînê şandiye bajarê Baneyê, daku derbarê çawaniya teqekirina li du kolberên Kurd ên bi navê Qadir Behramî û Heyder Ferecî de lêkolînê bike. Dozgerê Leşkerî yê parêzgeha Sineyê, Mucteba Şîrod Bozorgî jî got, ku tohmetbarên kuştina wan her du kesan hatine desteserkirin.
Îro xelkê Baneyê bo nîşandana nerazîbûna xwe li hember kuştina 2 kolberên Kurd, xwepêşandanek saz kirin, ku alozî di navbera wan û hêzên îranî de derket.
Di encama wan aloziyan de, 10 xwepêşander biîrndar bûn û 10 kes jî hatin desteserkirin. Herwiha 4 hêzên ewlehiyê yên Îranê jî birîndar bûn.
Xelkê Baneyê bi rêya malbatên kuştiyan û çalakvanên sivîl komek daxwazî gihandine berpirsên serbazî û hikûmeta bajêran.
Hikûmeta Îranê jî ragihand, ku komîteyek bo zelalkirina bûyerê û lêkolînan bo parêzgeha Sineyê hatiye birêkirin. Şanda hikûmeta Îranê, ku biryare derbarê kuştina Heyder Ferecî yê 21 salî û Qadir Behramî yê 45 salî de lêkolînê bike, gihîştiye parêzgeha Sineyê.
Berdevkê Hikûmeta Îranê, Muhemed Nubext ragihand, ku ew dê derbarê hûrgiliyên bûyerê de lêkolînê bikin.
Dozgerê Giştî yê Parêzgeha Sineyê, Ekber Ferecî jî di daxuyaniyekê de ragihand, ku wan 2 kes desteser kirine, ku bi teqekirina li 2 kolberan hatine tohmetbarkirin,
Dozgerê Giştî yê Sineyê got, ku wan derbarê bûyerê de dosyayek amade kiriye û ew dê lêkolînê bikin.
Herwiha Dozgerê Leşkerî yê Parêzgeha Sineyê, Mucteba Şîrod Bozorgî jî dibêje, ku têkildarî bûyera kuştina du kolberên Baneyî, wan 5 kes desteser kirine.
Li aliyekê din, Nûnerê Îslamava û Dalaho li parlamentoya Îranê daxwaz kir, ku bi zûtirîn dem rewşa kolberên Kurd were yekalîkirin û tekez kir, ku nabe bi çavê qaçaxçî temaşeyê kolberan bihê kirin.
Berpirsên hikûmeta Îranê ragihandine, ku wan guman heye ku ew her du kesên ku hatine kuştin, kolber bûbin û amaje bi lêkolîneke zêdetir li ser vê bûyerê dikin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mihemed Baqir Nubext derbarê bûyerê de diyar kir: “Hesabê kolberan ji wan kesan cuda ye, ku miafê ji navê xwe werdigirin û tekez kir, ku pêwîst e ew lêkolînê li ser bûyerê bikin, ku ka çima rêveberekî gund mijûlî kolberiyê bûye.”
Nubext diyar kir, ku pêwîst e hikûmet derbarê bûyerê de lêkolînên pêwîst bike.
Medyayên ser bi Supaya Pasdaran a Îranê jî ji zarê çavkaniyelî agahdar ve ragihandiye, ku ew her du kes ji saet 02:00 duh bêyî guhdan bi hişyarî û teqeya esmanî ya hêzên parastinî yên ser sînor, hêzên pasevaniya sînor li devereke hesas mijûlî derbasbûna ji sîmnor bûn, ku teqe lê hat kirin.
Li gorî medyayên nêzîkî Supaya Pasdaran, heman çavkaniyê xwecihî ne. Heman çavkaniyê ku nexwestiye navê xwe aşkere bike, destnîşan kiriye, cihê ku ew her du kes tê re derbas bûne, cihê derbasbûna dijberên Komara Îslamî ye û ji ber wê jî şandek bo encamdana lêkolînan li ser bûyerê bo deverê hatiye şandin.
Di xwepêşandana îro de, xelkê Baneyê 3 daxwazên sereke arasteyî hikûmeta Îranê kirin, ku dawî anîna bi siyaseta kuştina kolberan li deverên sînorî, dûrxistina Qayimeqamê Merîwanê û girtin û dadgehîkirina teqekeran ji daxwazên wan in.
Roja bihorî hêzên Îranê li devera Henge Jale ya Baneyê teqe li kolberên Kurd kiribûn û di encamê de 2 kolber hatibûn kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse