Îranê bi maketa mûşeka balîstîk gef li Amerîkayê xwar
Tehran (Rûdaw) – Di salvegera êrîşa ser balyozxaneya Amerîkayê ya Tehranê de, Îranê weke çavtirsandinê mûşekekê nû nimayîş kir. Sekreterê Encumena Bilind a Ewlekariya Nîştîmanî ya Îranê Elî Şemxanî di dema xwepêşandanê de got: “Gelê Îranê li hember Amerîkayê rekora dijberbûnê şkandiye.”
Roja Şemiyê (04-11-2017), di salvegera biserdegirtina balyozxaneya Amerîkayê li Tehranê de, bi sedan kes li pêşiya avahiya balyozxaneya berê ya Amerîkayê civyan û xwepêşandanek saz kirin.
Di dema xwenîşandanê de mûşeka bi navê “Qadir” jî hate nimayîşkirin, ku ev mûşek dikare heta 2 hezar kilometer dûr biçe û Îsraîlê bike amanc.
Lê hinek dezgehên çapemeniya Îranê gotin, ku ew maketa mûşeka balîstîk bûye û ji bo çavtirsandina Amerîkayê hatiye nîşandan.
Di dema xwenîşandanê de Sekreterê Encumena Bilind a Ewlekariya Nîştîmanî ya Îranê Elî Şemxanî axaftinek kir û got: “Amerîkayê hêz û şiyana aborî ya gelê Îranê û herwiha sîstema atomî û berevaniyê ya gelê Îranê kiriye armanc. Gelê Îranê li hember Amerîkayê rekora dijberbûnê şkandiye. Çawa bombeya yekemîn a dayika bombeyan pûç kiribe, îro jî bombeya duyemîn a dorpêçê pûç kiriye.”
Di 4ê Mijdara sala 1979ê komekê qelebalix, ku dihate gotin xwendekar in, li Tehranê êrîşê ser balyozxaneya Amerîkayê kirin û karmendên li balyozxaneyê dîl girtin. Piştî vê bûyerê peywendiyên Îran û Amerîkayê qut bûn.
Amerîka Îranê bi ceribandina mûşekên atomî û binpêkirina rêkeftinên navdewletî tometbar dike.
Lê Îran bi rijd e, ku mûşekan biceribîne û berpirsên vî welatî dibêjin, ew dê bernemaye xwe ya berevaniyê bihêztir bikin.