Wezîrê Perwerdeyê yê Îranê: Em nikarin kêşeyên mamosteyan çareser bikin

06-03-2019
RÛDAW
Nîşan Îran Mihemed Bethayî Mamosta Grev
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî berfirehbûna gireva mamostayên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, Wezîrê Perwerdeyê yê Îranê daxuyaniyek da û ragihand, ew di demeke nêzîk de nikarin kêşe û giriftên mamosteyan çareser bikin.

 

Li pirraniya parêzgehên Îranê û bi taybet li bajarên mezin ên wî welatî û herwiha li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, mamostayên qonaxên cuda cuda yên xwendinê ketine greveke giştî ku îro ew girev derbasî roja xwe ya çarem bûye.

 

Li gor agahiyan, mamosteyên li parêzgehên Tehran, Îsfehan, Xurasan, Xûzistan, û çend cihên din ên Îranê û herwiha mamosteyên li parêzgehên Urmiye, Sine û Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê ketine grevê.

 

Mamosteyên beşdar di grevê de, li dibistan û xwendingehan amade dibin, lê naçin ser polên xwendinê û waneyan nabêjin. Li hin bajaran, hejmarek ji xwedekaran jî piştgirî daye wê çalakiya mamosteyên nerazî.

 

Mamosteyên ku tevlî grevê bûne, ji paşketina dayîna mûçeyên xwe û rewşa aborî ya xwe nerazî ne û daxwaza baştirkirina rewşa jiyana xwe û wergirtina mûçeyên xwe yên mayî, ji hikûmetê dikin.

 

Piştî domkirin û berfirehbûna nerazîbûn û gireva mamosteyan, Wezîrê Perwerdeyê yê Îranê, Mihemed Bethayî di daxuyaniyekê de ragihand, ew hewl didin ku kêşeyên mamosteyan çareser bikin û tekez kir, lê belê zehmet e ku di demeke nêzîk de hikûmet bikare kêşeyên mamosteyan çareser bike.

 

Mihemed Bethayî herwiha got, neçûn û amadenebûna mamosteyan li polên xwendinê, karekî ne exlaqî ye ku li gel rihê pîşeya mamostetiyê nagunce.

 

Di derbarê kêşeyên mamosteyan de, Wezîrê Perwerdeyê yê Îranê destnîşan kir, heta dawiya îsal ew dê pirsgirêka paşketina mûçeyên mamosteyên girêbest çareser bikin.

 

Bethayî herwiha got, hikûmeta Îranê pêşniyara damezrandina 55 hezar kesan li Wezareta Perwerdeyê,pesend kiriye.

 

Mamosteyên ku beşdarî di nerazîbûn û grevê d ekirine, daxwaz ji desthilata Îranê dikin ku xwestekên wan ên weke azadkirina mamosteyên girtî, dawîanîna bi guvaşên siyasî yên li ser mamosteyan bi cih bîne, herwiha mûçeyên mamostetiyê zêde bike û xwendina bêpere û dadmend di sîstema perwerdeya welat de ji hemû welatiyan re dabîn bike.

 

Tevî wan daxwazên giştî, li Rojhilatê Kurdistanê beşek ji mamosteyan daxwaz dikin ku hikûmet yasaya xwendina bi zimanê dayikê li dibistan û zanîngehan cîbicî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst