Agirê şer berfireh dibe: Ofîsa Xamineyî û 3 hezar baregehên Îranê hatin bombebarankirin
Hewlêr (Rûdaw) – Li Tehran û bajarên din ên Îranê, bi dehan baregehên leşkerî, ewlehî û dadwerî yên Îranê ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatin armancgirtin.
Artêşa Îsraîlê diyar dike ku wan 6ê Adarê zêdetirî 400 armanc bombebaran kirine û dê êrişên wan bidomin.
Her wiha, Amerîkayê di nava heft rojan de li nav Îranê û Rojhilatê Kurdistanê êrişî 3 hezar armancan kiriye.
Wekî rojên borî, di roja heftemîn a şer de jî, herî zêde êriş li ser Tehranê û derdora wê bûn.
Roja înê li nav bajarê Tehranê, avahiya hejmar du ya desthilata dadweriyê, dadgeha taybet a karmendên hikûmetê û hêzên leşkerî, beşa îstixbaratê ya desthilata dadweriyê, navenda polîsan a rûbirûbûna madeyên hişbir, du baregehên polîsan û li nêzîkî Meydana Azadiyê ya wî bajarî jî baregeheke mezin a Besîcan hatin bombebarankirin.
Her li Tehranê, êrişî baregeha Îmam Elî û Zanîngeha Îmam Huseyîn a Supaya Pasdaran li navçeya Hekîmiyeyê hat kirin ku baregeheke girîng a perwerdeya leşkerî ye. Li Meydana Arteşê (Artêş) ya Tehranê jî cihek hat bombebarankirin
Li navçeya Bîdgeneyê ya bajarê Melardê li parêzgeha Tehranê baregeheke leşkerî hat bombebarankirin.
Her wiha di nav komelgeheke pîşesazî ya li ser rêya Tehran-Kerecê de jî armancek hat bombebarankirin. Li Bajarokê Bîsetê yê Kerecê jî cihekî leşkerî hat armancgirtin.
Saet 05:30î sibeha înê, ofîsa Rêberê Komara Îslamî ya Îranê careke din hat bombebarankirin.
Heta niha berpirs û saziyên fermî yên Îranê di vê derbarê de tiştek ranegihandiye lê berdevkê Farsîaxêv ê Artêşa Îsraîlê eşkere dike ku wan bi 50 balafiran êrişî ofîsa Rêberê Komara Îslamî ya Îranê kiriye.
Her wiha diyar dike, di bin ofîsê de stargeheke mezin heye û piştî kuştina Elî Xamineyî, berpirsên din ên Îranê ew bi kar aniye da ku xwe ji êrişên Amerîka û Îsraîlê biparêzin.
Ji bilî Tehranê, li çend parêzgehên din ên Îranê jî hêzên Amerîka û Îsraîlê bi balafir, mûşek û dronan êrişî armancên xwe kir.
Sibeha înê li pişt Bajarokê Hêza Deryayî yê Bender Ebasê çend armanc hatin bombebarankirin.
Her wiha li Bender Lengeyê ya parêzgeha Hurmuzganê li başûrê Îranê, navçeyeke leşkerî ya Supaya Pasdaran û du depoyên mezin ên sotemeniyê yên li nêzîkî balafirgehê hatin armancgirtin.
Li parêzgeha Xuzistanê, şeva înê çend armanc li nav bajarê Ehwazê hatin bombebarankirin.
Her wiha roja înê jî, navçeya Rustem Abad a ser bi bajarê Ramhurmuzê, baregeha Leşkera 92yan a artêşê û çend baregehên din ên ewlehî û leşkerî li nav Ehwazê, baregeha hêza asmanî ya Wehdetê ya artêşê li bajarê Dîzfulê û navenda fermandariya Supaya Pasdaran li bajarê Endîmişkê hatin armancgirtin.
Piştî nîvroyê Balafirgeha Meşhedê jî hat bombebarankirin. Li parêzgeha Azerbeycana Rojhilat, êrişî çend armancên leşkerî yên li derdora bajarê Tebrîzê, depoya cebilxaneyê ya baregeha artêşê ya li bajarê Eceb Şêrê û navenda fermandariya Supaya Pasdaran a li bajarê Melkanê hat kirin.
Li bajarê Rîzwanşehrê yê parêzgeha Gîlanê li bakurê Îranê, bi mûşekan li çar baregehên ewlehî û leşkerî xistin.
Li bajarê Reştê yê navenda wê parêzgehê jî herî kêm du armancên leşkerî hatine bombebarankirin.
Li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, careke din baregeha leşkerî ya Îmam Elî ya li Bender Çabeharê hat bombebarankirin.
Li bajarê Bûşehrê li başûrê Îranê, careke din bi dronan êrişî sîstema parastina asmanî ya Supaya Pasdaran a li wî bajarî hat kirin.
Roja înê li parêzgeha Isfehanê jî baregeheke hêza asmanî ya ser bi artêşa Îranê li bajarê Isfehanê û otomobîleke taybet a avêtina mûşekan li bajarê Şahrûdê hatin bombebarankirin.
Medyaya Îranê belav kir ku sibeha şemiyê jî dengê çend teqînan li nêzîkî bajarê Netenzê yê Isfehanê hatiye bihîstin.
Wêstgeheke atomî û baregeheke parastina asmanî ya Îranê li nêzîkî wî bajarî ne.
Li bajarê Şîrazê yê parêzgeha Farsê, bi mûşekan li baregeheke sîstema parastina asmanî ya Supaya Pasdaran xistin.
Li bajarê Qumê du baregehên leşkerî hatin bombebarankirin.
Parêzgarê Qumê ragihand ku ew du navendên leşkerî li derveyî bajêr bûne û bi dronan êrişî wan hatiye kirin lê Heyva Sor a bajêr vîdeoyeke rizgarkirina xelkê belav kiriye ku tê de xuya dibe bombebaran li nav bajêr bûye.
Artêşa Îsraîlê êvara înê ragihand ku roja înê wan êrişî zêdetirî 400 armancan li navçeyên cuda yên Îranê kiriye û bi taybetî baregehên avêtina mûşekan û cihên çêkirin û depokirina dronan kirine armanc.
Her wiha ragihandiye ku dê êrişên wan bidomin.
Her wiha Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku heta niha wan êrişî 3 hezar armancan li navxweyê Îranê kiriye, her wiha di deryayê de jî êrişî 43 keştiyên Îranê kirine.