Îran: Bandora êrişên we dê tenê bi Îranê re sînordar nemîne

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî hişyarî da Amerîkayê û ragihand ku nandora êrişên an dê tenê bi Îranê re sînordar nemîne.

Kazim Xerîbabadî bi rêya hesabê xwe yê Xê peyamek parve kir û êrişên Amerîkayê yên li ser welatê xwe û gefên Trump ên li ser binesaziya sivîl nirxandin.

Wî ragihand, heger Serokê Amerîkayê Donald Trump gefên xwe yên êrişkirina ser binesaziya sivîl a Îranê pêk bîne, dê bibe "tawanbarê super ê şer."

Xerîbabadî destnîşan kir ku Tehran dê bersiveke "lezgîn û poşmaniyekê" bide her cure êriş an gefê.

Binpêkirina Peymana Neteweyên Yekbûyî

Xerîbabadî diyar kir ku bikaranîna hêzê ya li yekparçeyiya xaka Îranê, binpêkirina eşkere ya Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) ye û li gorî biryarnameya bi hejmar 3314an a Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî mînakeke êrişkariyê ye û got:

"Li gorî Madeya 8an a Statuya Romayê ya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî, gefa êrişkirina ser santralên enerjiyê û piran (binesaziya sivîl) tawanê şer e.

Li gorî Madeya 52yemîn a Protokola Yekem a Cenevreyê ya sala 1977an, Serokê Amerîkayê wekî berpirsê herî bilind ê welatê xwe, bi awayekî eşkere gefa encamdana tawanên şer xwariye."

Xerîbabadî her wiha destnîşan kir ku ev kiryar dê li pêşberî Dadgeha Ceza ya Navneteweyî û her dadgeha neteweyî ya desthilatdar bibe sedema berpirsyariya cezayî ya kesane.

"Em dê mafê xweparastina rewa bi kar bînin"

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê diyar kir ku Îran dê çalakiyên xwe yên xweparastina rewa bidomîne û got:

"Îran li ser bingeha madeya 51ê ya Peymana Neteweyên Yekbûyî, dê bi awayekî bibiryar, lezgîn û poşmanker bersiva her cure êriş an gefa nêzîk bide.

Tê pêşniyarkirin ku Serokê Amerîkayê dev ji pêkanîna van gefan berde ku bandora wan dê tenê bi Îranê re sînordar nemîne.

Eger na, navê wî dê wekî tawanbarekî super ê şer derbasî dîrokê bibe."