Rûhanî ferman da “Whats App” li Îranê neyê tiqûfkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, Serokomar Hesen Rûhanî fermana daye tiqûfkirina malpera civakî ya bi navê “Whats App” ku beriya niha hatibû pesendkirin, were betalkirin.

Beriya niha Komîsyona Destnîşankirina Naverokên Sûc a Îranê ku erka wê ya taybet kontrolkirin û çavdêrîkirina internet û malperên civakî li Îranê ye, ragihandibû ku malpera bi navê “Whats App” li Îranê hatiye tiqûkirin lê heta niha ev biryar nehatiye eşkerekirin.

Wezîrê Telekomînîkasyona Îranê Mehmûd Vaizî jî îro eşkere kir Serokomar Hesen Rûhanî ferman daye malpera civakî ya Whats Appê neyê tiqûfkirin û fîlterkirin.

Mehmûd Vaizî anî ziman ku heta alternatîfek ji malperên civakî yên “biyanî” re neyên dîtin hikûmet li dijî tiqûfkirin û sînordarkirina wan malperan e, ji ber wê jî di civîna Encumena Bilind a Sîberê de ev mijar hat nîqaşkirin û serokomar ku serokê vê encumenê ye, ferman da ku biryara tiqûfkirinê were betalkirin.

Whats App, programeke elektronîk e ku li ser telefonên aqilmend tê bikaranîn û bi rêya wê mirov dikare mesaj, vîdyo û wêneyan bi awayekî bêberamber bişîne ji hevalên xwe re.

What App jî mîna Viber û Woksirê li Îranê gellekî tê bikaranîn.

Whats App beriya niha ji aliyê şîrketa Facebookê ve bi 19 milyar dolarî hatibû kirrîn.