Qalîbaf: Ez îhtimala êrişeke leşkerî dûr nabînim

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê ragihand ku Amerîka bi rêya zextên aborî dixwaze Îranê teslîm bigire.

Qalîbaf her wiha hişyarî da ku îhtîmala êrişên leşkerî û "kiryarên terorîstî" yên li ser Îranê heye.

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf îro ji gelê xwe re peyameke dengî belav kir.

"Şer derbasî qonaxeke nû bûye"

Qalîbaf di peyama xwe de got, "Şer derbasî qonaxeke nû bûye.

Ez îhtîmala êrişeke leşkerî ya nû, bi taybetî jî ya êrişeke terorîstî dûr nabînim."

Qalîbaf destnîşan kir ku Washington bi rêyên curbicur daxwaza teslîmbûna Tehranê dike û dorpêça deryayî jî yek ji wan rêyan e.

Serokê Parlamentoya Îranê diyar kir ku eger ew di vî şerî de bi ser bikevin dê pêgeha Îranê biguhere û wiha pê de çû:

"Serkeftina dawî dê Îranê di pergala navneteweyî de bike lîstikvanekî serekî û bibandor."

"Divê xelk destgirtî be"

Qalîbaf li ser rewşa navxweyî û krîza darayî jî axivî.

Wî da zanîn ku berpirsên birêvebir pê hisiyane ku rola wan êdî girîngtir e û divê bi planên baştir li dijî enflasyonê bisekinin.

Qalîbaf got, "Ji bo kêmkirina zextên aborî berpirsyarî li ser milê berpirsan e.

Lê divê xelk jî gavan bavêje, alîkariya hevdû bike û di hemû waran de destgirtî be."

Banga li Îraniyên derveyî welêt

Serokê Parlamentoya Îranê bangî "kesên elît û pêşeng" kir.

Qalîbaf ji wan xwest ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên şer nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş bikin.

Qalîbaf her wiha daxwaz ji parlamentoyê jî kir ku wan pêşniyaran li ber çavan bigire.

Qalîbaf di dawiya peyama xwe de bal kişand ser rola Îraniyên derveyî welêt û wiha domand:

"Îraniyên li diyasporayê dikarin bibin stûneke mezin a têkbirina dijmin.

Ew dikarin şiyanên xwe ji bo alîkariya welatê xwe bi kar bînin."