Xaminêyî: Dorpêçan rakin em dê vegerin ser rêkeftina atomî

Hewlêr (Rûdaw) – Nêzîkî mehekê ye ku Îran û Amerîka li ser vegera bo rêkeftina atomî nîqaşê dikin, lê heta niha herdu aliyan di pratîkê de ti pêngavek neavêtine. Rêberê Îranê, Elî Xaminêyî jî dibêje, “divê Amerîka tevahiya dorpêçan li ser Îranê rake paşê em dê vegerin nav rêkeftina atomî.”

Rêberê Bilind ê Komara Îslamiya Îranê, Elî Xaminêyî îro Yekşemê 7ê Sibatê di civînekê de li gel hejmarek ji fermandarên Hêza Asmanî ya welatê xwe ragihand, eger Amerîka dixwaze Îran vegere ser rêkeftina atomî, divê Amerîka di piratîkê de bi temamî dorpêçên li ser Îranê rake. Xaminêyî got: “Îran demekê vedigere ser rêkeftina atomî ku rakirina dorpêçan di pratîkê de bên kirin, ne tenê bi gotin û nivîsan be, ew jî siyaseta neguher a Îranê ye û hemû berpirsên Îranê ji vê mijarê razî ne û ti kesek nikare vê biryarê binpê bike.”

Rêberê Îranê di beşeke din a axaftina xwe de got: “Yek ji şaşiyên mezin ev e ku em ji hêza dijminên xwe bitirsin, an jî pişta xwe pê girê bidin di warê siyaset û aboriyê de.”

Xaminêyî têkildarî bûyerên Kongrêsa Amerîkayê di meha bihorî de jî diyar kir, “lêkolînvanên siyasî yên navdar ên wan bixwe dibêjin ku sîstema civakî ya Amerîkayê ji nav xwe ve genî bûye.”

Elî Xaminêyî da xuyakirin ku Amerîka û Ewropa nikarin ti mercan bo vegera Îranê bo ser rêkeftinan diyar bikin, ji ber ku wan aliyan pabendiyên xwe cîbicî nekirine û di hember de Îran pabendî wan rêkeftinan bûye. Xaminêyî got: “Li gor locîkê ew nikarin ti mercan li ser Îranê danin ji bo vegera ser rêkeftina atomî, çimku wan tenê bo demeke kurt dorpêç rakirin û paşê bi şêweyekê tundtir vegerandin.”

Li aliyekê din, parlamentoya Îranê roja 21ê vê mehê weke dawî dem bo Amerîka diyar kiriye, jibo ku sizayên li ser Îranê rake. Piştî wê dema diyarkirî, hikûmeta Îranê têkildarî dosyeya rêkeftina atomî dê tundtir tevbigere û li hember tîma lêkolerên ser bi Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî (IAEA) jî rêyên tundtir pêk bîne.

Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf jî di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Hemşehrî ya wî welatî de ragihandiye, divê Amerîka berî dema ku parlamentoyê diyar kiriye, sizayên li ser Îranê sivik bike, berovajî vê yekê dê rêkeftina atomî bikeve metirsiyê.

Zerîf herwiha dibêje, di meha Hezîrana îsal de hilbijartina serokatiya Îranê tê lidarxistin û di egera serkeftina serokekî nerîtxwaz de, wê demê rêya wê dosyayê ber bi rewşeke dijwartir ve diçe.

Zerîf di beşeke din ji axaftinên xwe de daye xuyakirin, demeke kêm li pêşiya Amerîkayê jî maye, ew jî bi sedema biryara parlamentoya welatê wî û herwiha guhertina ku renge di encama hilbijartina serokatiya îsal de bê kirin.

Meha bihorî Îranê ragihand, asta meyandina uraniyumê di wêstegha Ferdo de bi rêjeya %20 bilind kiriye û hefteya derbasbûyî jî berpirsên wî welatî ragihandin, wan rêjeya meyandina uraniyumê li wêstgeha Netenzê jî zêde kiriye.

Wezîrê Derve yê Îranê destnîşan dike, “jibo danûstandina navbera Îran û Amerîkayê, li ser asta navxwe pêwîstî bi komdengiyê heye û berpirsên bilind ên welat divê li ser wê li hev bikin, lê niha em di rewşekê de ne ku komdengî li ser vê mijarê nîne.”

Di sala 2012an de bi rêpêdana Elî Xaminêyî, hikûmeta wê demê ya Îranê ya bi serokatiya Mehmûd Ehmedînijad dest bi danûstandina li gel welatên 5+1 li ser bernameya atomî ya wî welatî kir. Danûstandinên li ser bernameya atomî ya Îranê piştî sê salan û di sala 2015 de gihîşt encamê û rêkeftina atomî di navbera aliyan de hat îmzekirin.

Di rêkeftinê de amaje bi wê yekê hatibû kirin, ku li hember kêmkirina sizayên li ser Îranê, ew welat divê rêjeya meydandina uraniyumê sînordar bike.

Lê belê di sala 2018an de bi biryara Donald Trump, serokê berê yê Amerîkayê, Washinton ji wê rêkeftina atomî vekişiya û dubare cezayên ser Îranê hatin vegerandin. Di bersiva wê yekê de jî, Îranê bi çend qonaxan pabendiyên xwe bi rêkeftina atomî kêm kir û herî dawî meha bihorî aşkere kir, ku wan rêjeya meydandina uraniyumê bo ji sedî 20 zêde kiriye.

Hikûmeta nû ya Amerîkayê bi serokatiyaJoe Biden dixwaze careke din li ser bernameya atomî bi Îranê re danûstandinê bike, lê dibêje: Divê destpêkê Îran vegere ser rêkeftina atomî û rêkeftin jî bibe bingehek jibo rêkeftina li ser bernameya mûşekî ya Îranê, destwerdana Îranê li navçeyê û bihêzkirina rêkeftina li ser bernameyên atomî.