Li Îranê bilindbûna rêjeya telaq gehiştiye asta nîgeraniyê
Rûdaw (Hewlêr) – Bilindbûna rêjeya telaq li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gehiştiye astê nîgeraniyê. Bi awayekî ji çar rewşên hevsergîriyê-zewacê yek jê bi telaq bidawî dibe. Rêjeya herî zêde jî li bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê ye.
Li gor amarên sala borî yên Saziya Îstatîstîkan, ji her çar hevsergîriyan yek jê cudabûn bûye. Wate ji 535 hezar û 630 hevsergîriyan 135 hezar û 670 cudabûn çêbûne.
Di warê telaq de rewşa bajarê Îlam ê Rojhilatê Kurdistanê ji ya hemû bajarên din baştir e. Ji her 7.3 hevsergîriyan yek cudabûn çêbûye. Îlam di nav hemû parêzgehên Îranê de sêyemîn bajar e ku rêjeya telaq lê kêm e.
Amarên sê salên borî yên telaqê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê nêzîkî hev in. Lê li gor sala 2013an rêjeya telaq zêde bûye. Sala 2013ê eger ji 5 hevsergîriyan yek bi telaq bidawî dibû, sala 2016ê ji 3.9 hevsergîriyan yek jê telaq bûye.
Nîgeraniya ji vê bilindbûna telaq ew e ku di van salên dawî de rêjeya pêkanîna jiyana hevsergîrî-zewacê gelekî kêm bûye. Bi kêmanî di 5 salên borî de ligel ku zewac kêm bûye, li beramber rêjeya telaq li seranserî Îranê bilind bûye.
Li gor amaran, rêjeya telaq li Rojhilatê Kurdistanê di sala yekem a zewacê de diqewime. Parêzgahên Rojhilatê Kurdistanê 5 parêzgahên yekem ên Îranê ne. Li Sine û Îlam ji sedî 22ê telaq di sala yekem de çêdibe. Loristan, Kirmaşan û Urmiyê jî bi çend pileyan nizimtir di pileyên din de cih digirin.