Ceyş el Edl berpirstiya kuştina 8 leşkerên îranî girt ser xwe
Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina îslamî ya neyara Îranê, Ceyş el Edl (artêşa edaletê) berpirstiya kuştina 8 leşkerên îranî girt ser xwe.
Duh şev li nêzîkî sînorê Pakistanê û li devera Nigûrê ya girêdayî bajarê Çabeharê li eyaleta Sîstan û Belçistanê ya Îranê, 8 leşkerên îranî di encama êrişeke çekdarî de hatibûn kuştin.
Li gorî medyaya Îranê, ew êriş ji aliyê “komeke terorîstî” ve hatiye kirin ku ji Pakistanê derbasî Îranê bûye.
Lê rêxistina îslamî-sunnî ya Ceyş el Edl, ku li herêma Sîstan û Belûçistanê ji bo mafên kêmîneya Belûç şer dike, îro di rûpela xwe ya Twîtterê de ragihand, şeva borî (6ê Nîsanê) çekdarên wan li pêşiya 2 otomobîlên leşkerî yên Îranê kemîn avêtine û 8 leşkerên îranî kuştine.
Di daxuyaniya rêxistinê de hatiye gotin ku di wê êrişê de tiştek bi çekdarên wan nehatiye.
Lê qaymeqamê bajarê Çabeharê Ehmed Elî Muhbetî gotibû, di wî şerî de leşkerên îranî jî li çekdaran dane û çend kes ji wan kuştine.
Roja 2ê Nîsana îsal jî li nêzîkî bajarê Ehwazê yê Îranê, 3 pasdarên îranî di encama êrişeke çekdarî de hatibûn kuştin.
Rêxistina Ceyş el Edl, nêzîkî 5 sal in hatiye avakirin.