Mesûd Pizîşkiyan: Ez canfedayê Îranê me

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku ew amade ye canê xwe ji bo Îranê feda bike.

Mesûd Pizîşkiyan li ser hesabê xwe yê Xê peyamek parve kir û diyar kir ku heta niha di kampanyaya "Canfeda" de zêdetirî 14 milyon Îraniyan navên xwe tomar kirine.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku 14 milyon Îraniyan ji bo parastina welatê xwe ya li hemberî Amerîka û Îsraîlê navên xwe tomar kirine.

Wî her wiha got ku kir ku ew bixwe jî amade ye canê xwe feda bike û anî zimên:

"Heta îro zêdetirî 14 milyon Îranîyên wêrek amadehiya xwe ya ji bo fedakirina canê xwe ya di rêya parastina Îranê de diyar kiriye.

Ez bi xwe jî cenfedayê Îranê bûm, ez canfeda me û ez dê bibim canfeda."

Amerîka û Îsraîl ji 28ê Sibatê ve êrişî Îranê dikin û Îran jî bersivê dide êrişan.