Amerîka û Îsraîlê Girava Xarkê bombebaran kir

Hewlêr (Rûdaw) - Girava Xarkê ya ku navenda sereke ya hinartina petrola xam a Îranê ye, îro ji aliyê balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê ve hat bombebarankirin.

Washingtonê îdia kir ku di êrişê de ne tesîsên petrolê, lê xalên leşkerî yên li giravê hatine lêdan.

Di roja 38an a şerê di navbera Îran û hevpeymaniya Amerîka-Îsraîlê de, li Girava Xarkê ya ku wekî "reha jiyanê ya aboriyê" ya Tehranê tê dîtin, teqînên bihêz çêbûn.

Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku balafirên Amerîka û Îsraîlê gelek êrişên asmanî li dijî giravê pêk anîne û li herêmê li pey hev dengê teqînên mezin hatiye bihîstin.

"Me li tesîsên petrolê neda"

Yekser piştî êrişê, malper û ajansên Amerîkayê hûrgiliyên operasyonê parve kirin.

Nûçegihanê Axiosê Barack Ravid spart berpirsekî Amerîkayî û diyar kir ku operasyon li ser "armancên leşkerî" yên li giravê bûye.

Çavkaniyên Koşka Spî jî ji New York Times û CNNê re axivîn û got ku berfirehiya operasyonê bi binesaziya leşkerî re sînordar maye û tesîsên hilberîn û hinartina petrola Îranê bi qest nehatine hedefgirtin.

"Îşev dê şaristaniyek bimire"

Serokê Amerîkayê Donald Trump, îro di daxuyaniyeke xwe ya dawî de gefên xwe yên li dijî Îranê tundtir kiribûn.

Donald Trump di peyama xwe de gotibû “Îşev dê şaristaniyeke tevahî bimire û dê ti carî venegere.

Ez naxwazim ev yek rû bide lê bi îhtîmaleke mezin dê rû bide."

Ev gotinên tund, li gel lêdana xalên hestiyar ên wekî Girava Xarkê, zexta derûnî ya li qadê zêdetir dike.

Girîngiya Girava Xarkê

Girava Xarkê ya ku li nêzîkî Tengava Hurmizê ye, wekî şahdemara aboriya Îranê tê dîtin.

Nêzîkî ji sedî 90ê hinartina petrola xam a Îranê ji termînalên mezin ên li ser vê giravê tê kirin.

Li giravê tankên mezin ên depokirinê, xetên boriyan ên stratejîk û bendergehên ku keştiyên herî mezin ên cîhanê dikarin lê rawestin hene.

Ev operasyona duyem a mezin bû ku ji destpêka şer ve li dijî Girava Xarkê hat kirin.

Artêşa Amerîkayê ragihandibû ku 13ê Adarê jî bêyî ku dest bide binesaziya petrolê, 90 hedefên leşkerî yên li ser giravê lê dabûn.