Navenda Nûçeyan – Hat ragihandin ku 4 kesên çekdar êrişî parlamentoya Îranê kir û di encamê 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û 35 kes jî birîndar bûne. Di heman demê de xwekujekî xwe li pêşiya tirba Îmam Xumeynî teqandiye.
Medyaya Îranê ragihand ku di parlamentoya wî welatî de 4 çekdaran êriş kir.
Reutersê jî li ser zarê çavkaniyên xwecihê ev nûçe piştrast kir û tê gotin 2 jê nobedarên parlamentoya Îranê 7 kesan canê xwe ji dest daye û 35 kes jî birîndar bûne.
Li gorî nûçeya ajansa nîvfermî Farsê 4 kes bi çek kete nava parlamentoyê piştî ku çek berda nobedaran û di encamê de 4 nobedar birîndar bûne ku 2 ji wan li nexweşxanê canê xwe ji dest daye û herwiha 5 kes din jî hatine kuştin.
Piştî vê êrîşê Hêzên Parastina Şoreşê ketine avahiya parlamentoyê û deriyê parlamentoyê hatiye girtin.
Ji aliyê din ve ajansa nûçeya ya Tasnîmê jî ragihand ji Parlamentoya Îranê hatiye bihîstin û birîndar hene û hinek kes jî rehîn hatine girtin dengê fîşekan qut bûye lê heta niha êrişkar nehatine girtin.

Ajansên Îranê radigihînin, ku hîna jî di qata pêncem a Parlamentoya Îranê de 2 çekdar hene û teqe li derdorê dikin.
Îstîxbarata Îranê, Îtlaat jî ragihand, êrîşkar di nav avahiya parlamentoyê de hatine dorpêçkirin.

Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî derbarê êrîşê de got: “Ev bûyereke biçûk e lê eşkere ye ku terorîst dixwazin welatê me tevlîhev bikin. Dê serkeftî nebin.”
Herwiha hat ragihandin ku li pêşiya tirba serokê şoreşa Îranê Xumeynî jî kesekî rast û çep gule reşandine û pişt re xwe teqandiye û tê gotin li wir jî birîndar hene. Li gor agaiyan ew xwekuj jin bûye.
Hate gotin, ku li Tirba Îmam Xumeynî 2 êrîşkar hatine girtin.
Hatinçûna hemû metroyên Tahranê jî bi awayekî demkî hatiye sekinandin.
Serokê Şaredariya Tehranê derbarê bûyerê de anî ziman erişkarek ji aliyê hêzên ewlehî ve hat kuştin, êrişkareke jin jî bombeya ser xwe teqand û yên mayîn jî hatin desteserkirin.
Îstîxbarata Îranê jî ragihand ku êrişên parlamento û gora Xumeynî yên Tehranê terorîstan organîze kirin.

Rêxistina DAIŞê berpirsiyariya êrîşa li ser Parlamentoya Îranê û Tirbe Îmam Xûmeynî ya li Tahranê lixwe girt.






Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse