Eraqçî: Em dev ji meyandina uranyumê bernadin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê meyandina uranyumê wekî "mafê rewa" yê welatê xwe dibîne û dibêje, “Eger şer jî bi ser me de bisepînin, em dev ji vî mafê aştiyane bernadin.”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di konferanseke ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Siyasî û Navneteweyî ya welatê wî ve hatibû lidarxistin de, derbarê bernameya nukleerî ya Îranê û dan û standinên bi Amerîkayê re gotarek pêşkêş kir.

“Mafê me yê rewa ye”

Eraqçî careke din red kir ku ew dev ji meyandina uranyumê berdin û ragihand:

“Me ji bo bernameya nukleerî ya aştiyane û meyandina uranyumê lêçûneke zêde daye.

Loma eger şer jî bi ser me de bisepînin, em dev jê bernadin; çimkî ti kesî mafê wê nîne diyar bike ka çi di destê me de hebe yan çi nebe.”

Amerîka û Ewropa dilgiran in ku Îran meyandina uranyumê ji bo çêkirina çeka nukleerî bi kar bîne.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê li ser vê mijarê got, “Em amade ne ku dilgiraniyên wan ji holê rakin.

Pirsên wan hebin, em dê bersivê bidin û baweriyê bidin wan lê mafê wan nîne bibêjin meyandina uranyumê rawestînin.”

Dan û standinên li Mesqetê

Gotinên Ebas Eraqçî di demekê de ne ku 6ê Sibatê, gereke din a dan û standinan di navbera Tehran û Washingtonê de derbarê bernameya nukleerî ya Îranê li Mesqeta paytexta Ummanê bi rê ve çû.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê tekez kir ku tenê rêya çareserkirina nakokiyan dîplomasî ye û got:

“Wan (Amerîkayê) rêyeke din hilbijart lê negehiştin ti encamê, çimkî zanist bi bombebaranê ji nav naçe.”

Ebas Eraqçî piştrast dike ku ew li dû bombeya atomê nînin û pê de çû:

“Çeka nukleerî ya me hêza gotina ‘na’ ya li hemberî zilhêzan e ku me lêçûneke zêde ji bo wê daye lê destberdarkirina vî mafî, dê lêçûneke girantir ji bo welat hebe.”

Gefên Trump û helwesta Îranê

Dan û standinên li Mesqetê di demekê de hatin kirin ku Amerîkayê keştiyên balafiran anîne herêmê û Serokê Amerîkayê Donald Trump gefan li berpirsên Tehranê dixwe ku eger negihin rêkeftinekê, dê “tiştên xerab” biqewimin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê li ser van gefan got, “Em ji hêza wan a leşkerî ya li herêmê natirsin.

Em li gel dîplomasiyê ne lê em şarezayên şer in jî.”

Derbarê encamên dan û standinên li Mesqetê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku gotûbêj “pir baş” bûn û dê destpêka hefteya bê careke din bicivin.

Ebas Eraqçî jî piştrast kir ku her du alî li ser wê yekê li hev kiriye ku civîna bê di demeke herî kurt de were kirin.

Par 5 gerên dan û standinan di navbera Îran û Amerîkayê de bi rê ve çûn lê rewş alozir bû.

Piştî ku meha Hezîrana 2025an şerekî 12 rojî di navbera Îsraîl û Îranê de rû da û di rojên dawî de Amerîkayê sê tesîsên nukleerê yên Îranê bombebaran kiribûn.