Îranê zêdetirî 7 salan cezayê zindanê li Nêrgis Mihemediyê birî
Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerê Nêrgis Mihemediyê Mistefa Nîlî ragihand ku dadgeheke Îranê 7 salan û nîv cezayê din ê zindanê li Nêrgis Mihemedî biriye.
Mistefa Nîlî li ser medyaya civakî ragihand ku çalakvana mafên mirovan ji aliyê dadgeheke li bajarê Meşhedê yê li bakurê rojhilatê Îranê, bi tohmeta “komkirin û lihevkirinê” 6 sal û bi tohmeta “çalakiyên propagandayê” jî sal û nîvek ceza lê hatiye birîn.
Desthilatdarên Îranê wê demê ragihandibûn ku Mihemedî di Kanûna Pêşîn de ji ber “axaftinên provokatîf” ên di merasîmeke bîranînê de hatibû desteserkirin.
Malbata wê gotibû ku ew piştî di dema desteserkirinê de lêdanê, bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.
Çalakvana 53 salî, sala 2023yan ji ber çalakiyên xwe yên li dijî zexta li ser jinan a li Îranê Xelata Nobelê wergirtibû.
Greva birçîbûnê û redkirina dadgehê
Nîlî ku ji 14ê Kanûna Pêşîn ve cara yekem bi Mihemedî re axivî, got ku her wiha 2 sal qedexeya derketina derveyî welat û 2 sal sirgûnkirina herêma Xusfê ya li rojhilat jî lê hatiye birîn.
Weqfa Nêrgisê ku piştevaniya wê dike, rûniştina roja şemiyê wekî “sexte” bi nav kir û eşkere kir ku wê 2yê Sibatê dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Parêzer Nîlî diyar kir ku ew sê roj berê “ji ber rewşa wê ya fîzîkî ya nebaş” bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin û pişt re vegerandine navenda binçavkirinê ya ku lê dimîne û got, “Dema wê dest bi vegotina bûyeran û çawaniya desteserkirina xwe kir, telefon hat qutkirin.”
Hevjînê Mihemedî, Taqî Rehmanî got ku wê li dadgehê ti parastinek nekiriye ji ber baweriya xwe ya “xurt” ku “meşrûiyeta vê darazê tune” û dadgehkirin “tenê şanoyeke bi encameke pêşwext diyarkirî” ye.
Rehmanî wiha pê de çû, “Tevî ku bi zorê ew birine dadgehê, ew bêdeng ma û peyveke jî nego û ti kaxiz jî îmze nekirin”
Zêdetirî 40 sal cezayê zindanê
Nêrgîs Mihemedî jixwe zêdetirî 10 salên jiyana xwe di zindanê de derbas kiriye.
Weqfa Nargisê eşkere dike ku bi cezayê dawî re, dema giştî ya ku hatiye biryarkirin ku ew di zindanê de bimîne dibe 44 sal.
Ji sala 2021ê ve, ew cezayê 13 salan ê ji ber “çalakiya propagandayê ya li dijî dewletê” û “lihevkirina li dijî ewlehiya dewletê” dikişîne ku ew van tohmetan red dike.
Çalakvan di Kanûna Pêşîn a 2024an de ji ber sedemên tenduristiyê ji Girtîgeha Evînê ya navdar a Tehranê ji bo sê hefteyan bi awayekî demkî hatibû berdan.
Desteserkirina herî dawî di dema beşdarbûna wê ya di merasîma bîranîna parêzer Xusrew Elîkurdî de pêk hat ku di destpêka Kanûna Pêşîn de li ofîsa xwe mirî hatibû dîtin.
Mihemedî di nav îmzekerên daxuyaniyeke rexneyî de bû ku Rêberê Îranê Ayetulah Elî Xamineyî ji ber “sûcên li dijî mirovahiyê” yên di kuştina xwenîşanderan de berpirsyar didît.
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a ku navenda wê li Amerîkayê ye, dibêje ku wan zêdetirî 50,000 desteserkirinên têkildarî xwenîşandanan hejmartine û piştrast kiriye ku zêdetirî 6,500 xwenîşander hatine kuştin.
Hevjînê Mihemedî, Taqî Rehmanî bang kir ku “hemû girtiyên siyasî yên li Îranê” werin berdan.
Nêrgisê di sala 2023yan de Xelata Nobelê ya Aştiyê jî standiye.