Êrişî tesîsên petrolê yên Îranê hat kirin, 4 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Şeva borî çend tesîsên stratejîk ên petrolê yên li Tehran û Elburzê bûn hedefa êrişên balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê.

Di encama van êrişan de 4 kes mirin.

Rayedarên hikûmetê û pîşesaziya sotemeniyê ya Îranê destnîşan kir ku di dabînkirina sotemeniyê de ti pirsgirêk nîne.

Rayedaran ji welatiyan xwest ku aram bibin û guh nedin gotegotan.

Birêvebirê Giştî yê Şirketa Niştimanî ya Belavkirina Berhemên Petrolê ya Îranê Keramet Weyskeremî êrişên balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê piştrast kirin.

Keramet Weyskeremî da zanîn ku şeva borî li parêzgehên Tehran û Elburzê 4 tesîsên depokirina petrolê û navendeke veguhastina berhemên petrolê bûne hedef.

Li gorî amarên destpêkê, di van êrişan de 4 ajokarên tankerên petrolê mirine.

“Em di amadebaşiyê de ne”

Berdevkê Komeleya Xwediyên Benzînxaneyan Reza Newaz li ser êrişan daxuyanî da.

Reza Newaz ragihand ku di zincîreya dabînkirin, veguhastin û belavkirinê de hemû sektora fermî û sektora taybet di amadebaşiya herî bilind de ne.

Newaz diyar kir ku ev amadebaşî ji bo wê yekê ye ku di dabînkirina sotemeniyê de ti kêmasç çênebin.

Reza Newaz her wiha anî zimên ku berê di dema şerê 12 rojî de jî wan pêşbîniya êrişên li ser depoyên petrolê kiribû û got, “Ji bo van rewşan rêkarên pêwîst hatine girtin."

“Guh medin gotegotan”

Birêvebirê Giştî yê Şirketa Niştimanî ya Belavkirina Sotemeniyê Keramet Weyskeremî û Berdevkê Benzînxaneyan Reza Newaz bangî welatiyan kir.

Wan ji welatiyan xwest ku guh nedin gotegotan û dilgiran nebin.

Rayedaran di daxuyaniyên xwe de ev xalên jêrîn destnîşan kirin:

• Di dabînkirina sotemeniyê de ti kêmasî nînin.

• Divê welatî tenê ji bo pêdiviya xwe ya rasteqîn herin benzînxaneyan.

• Pêwîst e welatî benzînê zêde nekirin û benzînê di bermîl an debeyan de depo nekin.

• Bikaranîna karta sotemeniyê ya şexsî ji bo birêkûpêkkirina belavkirinê rêkareke girîng e.

Rayedaran di dawiyê de tekez kir ku ji bo benzîn bi awayekî dadmend bigihêje destê xelkê pêwîstî bi hevkariya welatiyan heye.