Îran: Mûşeka me ya nû dikare xwe ji radaran veşêre

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Îranê ragihand ku wan cureyekî nû yê mûşeka balîstîk a bi navê "Etemad" bi kar aniye ku guhertoyeke gelekî bipêşketî ya mûşeka "Etemad"ê ye.

Berpirsên leşkerî yên Îranê berê ragihandibû ku ew dê di rojên pêş de çekên nû û teknolojiya bipêşxistî ji bo rûbirûbûna êrişan bi kar bînin.

Taybetiyên mûşekê

Li gorî medyaya fermî ya Îranê, dîzayna vê mûşekê ji yekserikî kirine sê serik û baskên wê yên rênîşander hatine bipêşxistin.

Ev taybetî dihêlin ku mûşek xwe ji radaran veşêre û rêlibergirtina wê ji aliyê sîstemên parastinê ve gelekî zehmettir bibe.

"Menzîla wan heta 1800 kîlometreyan e"

Wezareta Parastinê ya Îranê diyar kir ku hevdemî bikaranîna mûşeka Etemadê, ew mûşekên xwe yên wekî "Xeyberşiken" û "Fettah"ê jî bi kar tînin.

Menzîla wan mûşekan di navbera 1400 û 1800 kîlometreyan de ye û şiyana wan a lêdana armancên li kûrahiya axa Îsraîlê heye.