Piştî Xamineyî kî dibe rêber?
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî kuştina Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî, li wî welatî dosyeya kî dê şûna wî bigire careke din bûye rojev.
Li gorî raporeke Peymangeha Carnegieyê ya Amerîkayê niha Tehran ji bo parastina mana desthilata xwe ya di bin zextên leşkerî de di ezmûneke dijwar de ye.
Elî Xamineyî nêzîkî 37 salan wekî desthilata herî bilind a olî û siyasî ya Îranê li ser postê xwe ma û ti şûngir wekî fermî ji bo xwe diyar nekiribû.
Niha pêvajoya diyarkirina rêberê nû di demekê de ye ku Îsraîl gefa bombebarankirina wan cihên civînan dike û Serokê Amerîkayê Donald Trump jî dibêje ku ew dê destêwerdanê di hilbijartina rêberê nû de bike.
Birêvebirina welat di qonaxa veguhastinê de
Li gorî Madeya 111an a Destûra Îranê, heta hilbijartina rêberê nû, mecliseke demkî ya sê kesî erkên rêber bi cih tîne.
Ev meclis ji Serokkomar Mesûd Pizîşkiyan, Serokê Dezgeha Dadweriyê Xulam Huseyn Muhsînî Eceî û Endamê Meclisa Pisporan Ayetullah Elî Reza Arafî pêk tê.
Ev sê kes nûnerên sê aliyên cuda ne.
Pizîşkiyan wekî reformxwazek, Eceî wekî kesayetiyekî kevneperest û dijberê Amerîkayê û Arafî jî wekî dilsozekî dêrîn ê Xamineyî tê naskirin.
Arafî bi xwe jî yek ji namzedên bihêz ên ji bo postê rêberê nû ye.
Namzedên postê Rêberê Bilind
Namzedên diyar ên postê Rêberê Bilind, komek zilamên olî ne ku xwedî pile û aliyên cuda ne.
Ji ber ku kevneperest di nav Meclisa Pisporan de xurt in, îhtimaleke kêm e ku kesên nerm bên hilbijartin.
Di nav wan de Serokkomarê berê Hesen Rûhanî û neviyê Ayetullah Xumeynî, Hesen Xumeynî hene.
Di nav kevneperestan de navê du zilamên olî yên payebilind derdikeve pêş.
Yek ji wan Ayetullah Mihemed Mehdî Mîrbaqirî ye ku zanayekî îslamî ye.
Yê din jî Ayetullah Haşim Huseynî Buşehrî ye.
Lê belê li gorî hinek çavkaniyan, namzedên herî li pêş Ayetullah Elî Reza Arafî û kurê rêberê mirî Muceteba Xamineyî ne.
Arafî wekî şûngirekî gengaz, xwedî piranîya mercan e.
Di warê olî de xwedî pileya Ayetullah e û di warê siyasî de jî ji aliyê Elî Xamineyî ve ji bo gelek postên bilind hatibû tayînkirin.
Lê belê sala 2022yan derbarê ketina Arafî ya nava Meclisa Pisporan de nîqaş derketibûn.
Ew bêyî ezmûna nivîskî ketibû nava meclisê. Ev yek nîşaneya piştevaniya Xamineyî ya ji bo wî bû.
Nakokiya li ser Muceteba
Bi salan e gotegot hene ku Muceteba Xamineyî wekî rêberê paşerojê were destnîşankirin.
Bavê wî li dijî vê yekê bû, ji ber ku nedihat xwestin sîstem bibe mîrasa malbatî.
Ji aliyê siyasî ve Muceteba xwedî ti postên fermî nebûye. Berevajî wî, bavê wî berî bibe rêber serokkomar bû.
Muceteba di warê olî de jî tenê zilamekî olî yê pileya navîn e.
Eger bibe rêber, divê Meclisa Pisporan pileya wî bilind bike.
Ev yek sala 1989an ji bo bavê wî hatibû kirin û destûr hatibû guhertin.
Hilbijartina Muceteba wekî rêberê paşerojê, hinekî girêdayî nêzîkbûna wî ya bi dezgehên ewlehiyê, bi taybetî Supaya Pasdaran û Hêzên Besîcê ve ye.
Muceteba di xwenîşandanên sala 2009an de hevahengiyeke nêzîk bi Besîcê re kiribû da ku alîkariya bavê xwe bike.
Paşeroja sîstemê
Di dawiyê de eger pêvajoya şûngiriyê di nava şerê niha de bi rê ve biçe, ev pêvajo dê zêdetir daxwazên siyasî yên rêberê mirî nîşan bide.
Eger Arafî bibe rêber, dê mîrasa Xamineyî bidomîne.
Eger Muceteba bibe rêber, tevî nerazîbûnan dê pêgeha Supaya Pasdaran û Besîcê xurttir bike.
Tê pêşbînîkirin ku kesekî kevneperest were ser desthilatê.
Rêberê nû dê li hemberî dijberên derve şerxwaz be û li hemberî çalakvanên navxweyî jî bêrehm be.