CENTCOM: Zêdetirî 3 hezar cihan hatin bombebarankirin

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku  li Îranê zêdetirî 3 hezar cihan hatine bombebarankirin.

Şerê di navbera Îranê û hevpeymaniya Amerîka û Îsraîlê de derbasî hefteya xwe ya duyem dibe.

Donald Trump û berpirsên Îsraîlê li ser metirsiya dirêjbûna şer diyar dikin ku dibe operasyon çend hefteyên din jî bidomin heta ku bigihêjin armancên xwe.

Zererên Îranê

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku ji 28ê Sibatê ve heta niha  li navxweyê Îranê zêdetirî 3 hezar cihan hatine bombebarankirin.

Zererên Îranê bi vî rengî ne:

Hêzên Deryayî: 43 keştiyên şer ên Îranê hatin têkbirin.

Operasyona "Xezeba Destanî": Amerîkayê ev nav li operasyonên xwe kiriye. Di van operasyonan de navendên biryardayînê, baregehên Supaya Pasdaran, hêzên asmanî, pergalên parastina asmanî û kargehên mûşekên balîstîk hatine armanckirin.

Şerê li ser asta serkirdayetiyê

Li gorî agahiyan, Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xaminêyî her di roja yekem a operasyona hevbeş de hatiye kuştin.

Ji xeynî wî bi dehan serkirdeyên siyasî û leşkerî yên din jî hatine kuştin.

Hinek ji wan ev in:

- Wezîrê berê yê Parastinê Ezîz Nesîrzade û wezîrê nû Mecîd Îbnulreza.

- Serokerkanê Giştî yê Hêzên Çekdar Ebdulrehîm Mûsewî.

- Fermandarê Hêza Bejahî ya Supaya Pasdaran Mihemed Pakpur û Şêwirmendê Bilind Elî Şemxanî.

Mesrefê mûşek û dronên Îranê

Îranê heta niha nêzîkî 2 hezar û 700 mûşek û dronan bi kar anîne.

Drona Şahid-136: Mesrefê her yekê di navbera 20 hezar û 50 hezar dolaran de ye.

Mûşeka balîstîk: Mesrefê her yekê ji çend sed hezar dolaran dest pê dike û digihêje çend milyon dolaran.

Mesrefa Amerîkayê:

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ji Kongreyê re ragihandiye ku tenê di hefteya yekem a şer de 6 milyar dolar ji budceya Amerîkayê çûye.

Xerciya rojane: Enstîtuya CSISyê eşkere kiriye ku 100 demjimêrên yekem ên şer 3,7 milyar dolar mesrefa xwe hebûye.

Ev jî tê wateya ku rojane nêzîkî 891 milyon dolaran hatiye xerckirin.