Meclisa Pisporan: Rêberê nû yê Îranê hat hilbijartin
Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên bilind ên olî û endamên Meclisa Pisporan a Îranê ragihand ku pêvajoya hilbijartina rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê bi dawî bûye.
Li gorî daxuyaniyan, ew gihiştine biryareke hevbeş lê hîn "hinek asteng" li pêşiya eşkerekirina navê wî kesî hene.
Nûnerê Weliyê Feqî yê li parêzgeha Xorasana Rezewî Ehmed Elemeulhuda li ser mijarê daxuyaniyek da.
Ehmed Elemeulhuda di daxuyaniya xwe de got, "Hilbijartina li ser rêber hatiye kirin û rêber hatiye diyarkirin."
Elemeulhuda her wiha diyar kir, "Hemû ew gotegotên ku dibêjin Meclisa Pisporan hîn biryar nedaye, derewên bêbingeh in."
Elemeulhuda tekez kir ku li gorî destûrê ti kes, heta endamên Meclisa Pisporan jî mafê wan nîne ku nêrîna xwe ya li ser vê biryarê biguherînin.
Wî da zanîn ku niha erka eşkerekirina navê rêberê nû di stûyê Berpirsê Sekreteriyeta Meclisa Pisporan Ayetulah Husênî Bûşêhrî de ye.
“Bi piraniya dengan biryar hatiye dayîn lê asteng hene”
Di heman demê de Endamê Meclisa Pisporan a Îranê Ayetulah Mîrbaqirî di daxuyaniyekê de piştrast kir ku meclis bi piraniya dengan gihiştiye biryareke dawî.
Mîrbaqirî got, "Endamên meclisê bi awayekî cidî kar kir û nêrîneke dawî ya ku nêrîna piraniyê ye derket holê."
Mîrbaqirî anî zimên ku di vê rewşê de hinek asteng hene û divê bi hûrgilî nêzîkatiyek ji bo wan were kirin.
Mîrbaqirî bal kişand ser hestyariya qonaxê û got:
"Divê ev biryar wekî belgeyeke dîrokî ya bêgotûbêj bimîne. Loma jî pêwîstiya me bi hûrbîniyeke zêde heye."
Endamê Meclisa Pisporan hêvî kir ku di demeke nêzîk de ew asteng werin rakirin û rêberê nû were ragihandin.
Birêvebirina welêt di qonaxa veguhastinê de
Piştî ku Rêberê berê yê Îranê Elî Xaminêyî di êrişeke hevbeş a Amerîka û Îsraîlê de hat kuştin, niha kar û barên welêt ji aliyê mecliseke demkî ve tên birêvebirin.
Ev meclis ji Serokkomar Mesûd Pizîşkiyan, Serokê Desthilata Dadweriyê Xulamhusên Muhsinî Ejeî û Endamê Encumena Şarezayan Elîreza Arafî pêk tê.
Ev encumen dê heta ku rêberê nû bi awayekî fermî dest bi kar bike wezîfeya xwe bidomîne.