Heyva Sor a Îranê: Heta niha 9 hezar û 670 cihên sivîl bûne hedef
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Heyva Sor a Îranê Pîrhusên Kolîvend ragihand ku ji destpêka şer ve heta niha 9 hezar û 670 cihên sivîl li herêmên cuda yên Îranê ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatine armanckirin.
Pîrhusên Kolîvend bangî saziyên navneteweyî yên wekî Xaça Sor a Navneteweyî, Dozgerê Giştî yê Dadgeha Tawanan a Navneteweyî û Encumena Mafên Mirovan kir ku li "binpêkirinên Îsraîl û Amerîkayê" bipirsin.
Serokê Heyva Sor a Îranê Pîrhusên Kolîvend çû serdana depoyeke petrolê ya li bakurrojavayê Tehranê ku berê sibeha îro bûbû armanca bombebarana dijwar a Amerîka û Îsraîlê û zerereke zêde dîtibû.
"Depoya sotemeniyê hîn jî dişewite"
Pîrhusên Kolîvend got, "Şeva borî êrişî yek ji depoyên sotemeniyê yên Tehranê hat kirin û hat armanckirin.
Agir pê ketiye û heta niha jî dişewite. Ji bilî wê, êrişî çend armancên li başûrrojhilatê Tehranê jî hat kirin û bi temamî ji holê reabûn.
Her wiha barhilgirên sotemeniyê yên li herêmê agir girtin û ji nav çûn."
Kolîvend, Amerîka û Îsraîl bi wê yekê tohmetbar kirin ku cih û deverên sivîl dikin armanc û got:
"Tevî ku dijmin îdia dike ew tenê deverên leşkerî dike armanc jî lê derewan dike.
Heta niha zêdetirî 9 hezar û 670 dever û cihên sivîl hatine armanckirin ku 7 hezar û 943 yekeyên niştecihbûnê, hezar û 617 yekeyên bazirganiyê, 32 navendên tenduristiyê ku nexweşxane û dermanxane jî di nav de ne, 65 dibistanên ku bi temamî wêran bûne û her wiha 12 şaxên Heyva Sor li xwe digire."
Lê belê Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper hişyariyek da xelkê Îranê û got:
"Rejîma Îranê ji bo operasyonên xwe cihên qerebalix bi kar tîne."
"Karmendên tenduristiyê hatin armanckirin"
Serokê Heyva Sor a Îranê her wiha da zanîn:
"Di êrişan de, 7 karmendên Heyva Sor dema ku hewara xwe digihandin û birîndar rizgar dikirin rasterast hatin armanckirin û birîndar bûn.
Her wiha 11 kesên di sektora tenduristiyê de şehîd ketin û 33 kesên din ên ser bi sektora tenduristiyê ve di dema pêşkêşkirina xizmetguzariyan de hatin armanckirin.
Hejmarek ambulans û otomobîlên hawarçûnê yên Heyva Sor jî rasterast bi mûşekan di dema xebatên hawargihandinê de hatin armanckirin û bi temamî ji nav çûn."
Pîrhusên Kolîvend daxwaz ji saziyên navneteweyî yên wekî Xaça Sor a Navneteweyî, Dozgerê Giştî yê Dadgeha Tawanan a Navneteweyî û Encûmena Mafên Mirovan kir ku li binpêkirinên Amerîka û Îsraîlê bipirsin.
Derbarê wê yekê de Kolîvend got, "Ev kiryar binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan e.
Min ev hemû binpêkirin bi nameyeke nivîskî û bi belge ji Serokê Komîteya Xaça Sor, Serokê Federasyona Xaça Sor, Dozgerê Giştî yê Dadgeha Tawanan a Navneteweyî, Encûmena Mafên Mirovan û saziyên din ên navneteweyî re şandine da ku lêkolîn li ser van dosyeyan bê kirin û ev sazî rola xwe bilîzin."
Şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê ketiye roja nehemîn ku 28ê Sibatê bi êrişeke berfireh a li ser Îranê dest pê kir û heta niha didome.
Li hemberî vê yekê hêzên çekdar ên Îranê jî çendîn caran bi dron û mûşekan êrişî baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê û Îsraîlê kiriye.
Li gorî Heyva Sor a Îranê amara xisaran:
- Yekeyên niştecihbûnê: 7 hezar û 943 yeke.
- Yekeyên bazirganiyê: Hezar û 617 yeke.
- Navendên perwerdeyê (dibistan): 65 navend.
- Navendên derman û tenduristiyê: 32 navend.
- Baregehên Heyva Sor: 13 baregeh.
Xisara amûr û otomobîlan:
Li gorî raporê, 28 amûrên hawargihandinê têk çûne yan jî zerer dîtine, ji wan:
- 15 otomobîlên operasyon û hawargihandinê.
- 13 ambulansên ser bi Heyva Sor û hawargihandina bilez.
Ev rapora Heyva Sor a Îranê di bin sernavê "Amara tawanên şer ên Amerîka û rejîma Siyonîst ên li dijî sivîlên Îranê" de hatiye belavkirin, wekî amajeyekê ji bo wan aloziyên leşkerî yên ku li herêmê hene.