Krîza agirbestê ya di navbera Tehran û Washingtonê de: 3 xalên nakok
Hewlêr (Rûdaw) - Mihemed Baqir Qalîbaf ragihand ku Amerîkayê beriya ku dan û standin dest pê bikin, 3 xalên bingehîn ên agirbestê binpê kirine.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf diyar kir ku di rewşeke wisa de domandina agirbestê yan jî rûniştina li ser maseya dan û standinan "nemantiqî" ye.
Mihemed Baqir Qalîbaf li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê daxuyaniyek belav kir.
Qalîbaf destnîşan kir ku her çend Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşniyara 10 xalî ya Îranê wekî "bingeheke guncav a ji bo dan û standinan" pênase kiribe jî, Amerîkayê sozên xwe pêk neanîne.
Qalîbaf bal kişand li ser wê bêbaweriya dîrokî ya Îranê ya li hemberî Amerîkayê û got ku ev nêzîkatî bixwe sedema vê bêbaweriyê ye.
3 xalên ku hatine binpêkirin
Li gorî Qalîbaf, Amerîkayê di pêvajoya agirbestê de ev 3 xalên sereke binpê kirine:
Pênebendbûna bi agirbesta li Libnanê: Tevî ku Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf ragihandibû ku agirbest Libnanê jî li xwe digire lê Îsraîl bi piştgiriya Amerîkayê êrişên xwe yên li Libnanê didomîne.
Binpêkirina qada asmanî: Mercê qedexekirina binpêkirina qada asmanî eşkere hatiye şikandin. Qalîbaf eşkere kir ku droneke sîxuriyê ketiye qada asmanî ya Îranê û li bajarê Larê ya parêzgeha Farsê hatiye xistin.
Redkirina mafê dewlemendkirina uranyumê: Amerîkayê mafê dewlemendkirina uranyumê yê Îranê ku di xala şeşem a reşnivîsa peymanê de cih girtiye, red kiriye.
Nakokiya li ser plana 10 xalî
Ev helwesta tund a Qalîbaf piştî daxuyaniyeke girîng a Koşka Spî hat.
Koşka Spî beriya çend demjimêran ragihandibû ku ew plana 10 xalî ya ku di medyaya Îranê de belav bûye, li gel orîjînala lihevkirinê ya ku Washingtonê pesend kiriye nagunce.
Birêvebiriya Tehranê dixwaze di dan û standinan de karên dewlemendkirina uranyumê bidomîne û kontrola Tengava Hurmizê di destê wê de be.
Lê belê Washington li ser jihevxistina tesîs û materyalên nukleer israr dike û diparêze ku divê birêvebirina Tengava Hurmizê bi hevbeşiya her du welatan were kirin.