Li Îranê 3 siyasetmedarên reformxwaz hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî medyaya xwecihî, hêzên ewlehiyê yên Îranê doh seroka Hevpeymaniya Eniya Reformê Azar Mensûrî û du siyasetmedarên din ên reformxwaz bi tohmeta kiryarên li dijî destûrê girtine.
Azar Mensûrî li gel Îbrahîm Esxarzade (serokê komîteya siyasî ya hevpeymaniyê) û Mohsen Emînzade (alîkarê wezîrê berê yê karên derve) hatine girtin.
Her sê kes bi "helwesta li dijî destûrê" û "hevhengîkirina bi propagandaya dijmin re" têne tohmetbarkirin.
Eniya Reformê desteserkirina wan di daxuyaniyeke li ser platforma Xê de piştrast kir.
Mensûrî sala 2023yan piştî îstifakirina Behzad Nabavî bûbû seroka Eniya Reformê.