Navenda Nûçeyan - Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand ku ew ti caran pê bidestxistina çekên atomî ne ketine.
Her sal di roja 9ê Nîsanê de, li paytexta Îranê Tehranê merasîma roja nîştimanî ya teknolojiya atomî tê lidarxistin. Di merasîma îsal de, îro Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku ew ti caran ne li pê bidestxistina çekên atomî bûne û li pê nabin jî.
Rûhanî got, eger daxwazeke me ya wiha heba, çêkirina çekên kimyawî ji çekên atomî hesantir e.
Hesen Rûhanî amaje bi kimyabarana bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê kir û got, li bajarê Serdeştê çekên kimyawî li dijî xelkê me hate bikaranîn, lê me li hemberî wê jî ew kar nekir û em li pê çêkirina çekên kimyawî negeriyan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse