Pizîşkiyan: Êrişên Îsraîlê yên li Libnanê binpêkirina agirbestê ne

Hewlêr (Rûdaw) - Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku êrişên Îsraîlê yên li Libnanê, binpêkirina peymana agirbestê ya li gel Amerîkayê ne.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan diyar kir ku berdewamiya êrişên ku agirbestê bin pê dikin, dê dan û standinên plankirî yên di navbera Îran û Amerîkayê de "bêwate" bike.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir.

Mesûd Pizîşkiyan di peyama xwe de êrişên Îsraîlê yên li Libnanê û daxuyaniyên Amerîkayê yên li ser mijarê nirxandin.

Pizîşkiyan destnîşan kir ku tevî agirbesta demkî ya bi Amerîkayê re ku Îsraîlê jî li xwe digire, êrişên li Libnanê berdewam dikin.

Amerîkayê berê dabû zanîn ku agirbest Libnanê li xwe nagire.

Pizîşkiyan got, "Êrişkariya dubare ya rejîma Siyonîst a li dijî Libnanê, binpêkirina eşkere ya peymana agirbesta destpêkî ye."

Wî ev yek wekî "xapandin û nîşaneyeke metirsîdar a pêbendnebûna bi peymana paşerojê" pênase kir.

Pizîşkiyan di berdewamiya peyama xwe de cih da van gotinan:

"Berdewamiya van cure kiryaran dê dan û standinan bêwate bike.

Tiliyên me dê li ser tetikê bimînin. Îran dê ti carî birayên me yên Libnanî bi tenê nehêle."

Daxuyaniyên nakok ên li ser agirbestê

Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf navbeynkarê agirbesta demkî ya di navbera Îran û Amerîkayê de ye ku Îsraîlê jî li xwe digire.

Şahbaz Şerîf ragihandibû ku agirbest Libnanê jî li xwe digire.

Lê belê Cîgirê Serokê Amerîkayê JD. Vance diyar kiribû ku êrişên Îsraîlê yên li Libnanê ne beşek in ji agirbesta demkî ya li gel Îranê.

Li aliyê din, Îranê dabû zanîn ku agirbest rawestandina hemû şer û pevçûnên li herêmê, di nav de yên li Libnanê jî, li xwe digire.