Mucteba Xamineyî: Em dê birêvebirina Tengava Hurmizê derbasî qonaxeke nû bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Mucteba Xamineyî ragihand ku ew şer naxwazin û got, "Em dê birêvebirina Tengava Hurmizê derbasî qonaxeke nû bikin."

Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî di Çilê mirina Rêberê berê yê Îranê Elî Xamineyî de peyamek belav kir.

Elî Xamineyî 28ê Sibatê di êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê de hatibû kuştin.

Rêberê nû yê Îranê diyar kir ku ew dê ji bo wan zererên madî û manewî yên ku di şer de li Îranê çêbûne, teqez daxwaza tazmînkirinê bikin.

Mucteba Xamineyî tekez kir ku ew dê ti carî ji mafên xwe yên rewa venekişin û got:

"Em dê birêvebirina Tengava Hurmizê derbasî qonaxeke nû bikin."

Xamineyî bal kişand li ser wê yekê ku ew şer naxwazin û hemû “Eniya Berxwedanê” ya li herêmê wekî yekparçeyî dibînin.

Xamineyî rû kir cîranên xwe yên başûr û anî ziman:

"Hûn şahidiya mucîzeyekê dikin.

Loma rast bibînin, rast fêm bikin û li cihê rast bisekinin."

Rêberê Îranê beriya destpêkirina dan û standinan bangî gelê welatê xwe jî kir ku dakevin qadan û wiha li pey çû:

"Heger hûn li kolanan bin çêtir e.

Bi vî awayî dê bandora we li ser encamên dan û standinan hebe."