Tendirustiya Îranê: Hejmara pêketiyên koronayê ji amara fermî zêdetir e
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Tendirustiya Îranê, Kiyanûş Cehanpûr ku hejmara tûşbûn bi coronayê ji wê hejmarê zêdetir e ku rojane tê ragihandin, ji ber ku ewên bi sivikî bi vîrusê dikevin an jî pê ketine û ti nîşaneyek li wan derneketiye, nayên tomarkirin. Li hember jî, Cîgirê Wezîrê Tendirustiyê yê Îranê dibêje, hejmara giştî ya tûşbûyan ji %10 şêniyên Îranê kêmtir e.
Kiyanûş Cehanpûr da xuyakirin, ew pêşbînî dikin heta dema ku vaksîn bo koronayê tê dîtin, derdora %40 heta %70 ji xelkê Îranê bi koronayê bikevin.
Derbarê amarên ku rojane li wî welatî têkildarî hejmara pêketiyên COVID-19 tê ragiahndin jî, Cehanpûr dibêje, ewên ku tûşbûna wan bi koronayê hatiye yekalîkirin, lê bi sivikî pê ketine yan jî ti nîşaneyek di laşê wan de xuya nake, nehatine tomarkirin, ew jî tê wê wateyê ku hejmara kesên pêketî ji hejmara rojane ya tê ragihandin, zêdetir e.
Cîgirê Wezîrê Tendirustiyê yê Îranê, Riza Melekzade jî da xuyakirin, ku heta niha %20 ji xelkê Îranê bi koronayê ketine û %80 din jî metirsî li ser wan heye.
Li gorî amara Wezareta Tendirustiya Îranê heta niha 173 hezar û 832 kes bi vîrusa COVID-19 ketine û 8 hezar û 351 kesan jî bi sedema vê vîrusê canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiya Îranê li gor hejmara tûşbûyên koronayê, parêzgeh û bajarên li wî welatî bo ser çar rengan dabeş kiriye; rengê sor wek nîşana navçeya gelek metirsîdar, zer nîşana kêmtir metirsîdar, spî nîşana navçeya bê metirsî û kesk jî wek nîşana navçeya paqij ji koronayê hatiye diyarkirin.
Li gor heman wezaretê, parêzgeha Xuzistanê li başûrê rojavayê Îranê di rewşa sor û gelek metirsîdar de ye, û parêzgehên Sine, Kirmaşan û Urmiye li Rojhilatê Kurdistanê û parêzgehên din ên wek Tewrêz, Sîstan û Belûçistan, Bûşêhr û Xorasana Rezewî di asta hişyariyê de ne.
Parêzgarê Urmiyê, Mihemed Mehdî Şehriyarî ragiahndiye, zêdebûna hejmara pêketina bi koronayê li wê parêzgehê, ji ber pabendnebûna xelkê bi rênimayiyan û xemsariya xelkê û hejmarek ji berpirsên parêzgehê ye.
Li gor amarên fermî, li parêzgeha Urmiyê heta niha 7 hezar û 406 kes tûşî vîrusa koronayê bûne û 254 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Li parêzgeha Loristanê jî rewş baş nîne û Qaymeqamê Xorem Ava, Ceifer Tolabî daye xuyakirin, di rojên bihorî de hejmara pêkektiyên koronayê bilindtir bûye û hejmara welatiyên ku serdana navendên tendirustiyê dikin, zêdetir bûye.
Amarên fermî yên Wezareta Tendirustiya Îranê û Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Loristanê nîşan didin, ku heta niha 5 hezar û 168 kes li wê parêzgehê bi koronayê ketine û 169 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Li parêzgeha Kirmaşanê jî 2 kesên din bi Koronayê canê xwe ji destdane û 223 kesên din tûşî Koronayê bûne, ku bi giştî li wê parêzgehê 6 hezar û 698 kes tûşî Koronayê bûne û 157 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Herwiha li parêzgeha Îlamê jî herî dawî 44 haletên nû yên vîrusa COVID-19 hatine tomarkirin, ku bi vî awayî hejmara giştî ya pêketiyên vê vîrusê li wê parêzgehê bo jor hezar haletan zêde bû. Herwiha heta niha 72 kesan li Îlamê bi sedema vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane.