Îran: Di êrişên Îsraîlê de 700 sivîl hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li Îranê de 700 welatiyên sivîl hatine kuştin û 18 ji wan jî bijîşk û karmendên sektora tenduristiyê ne.

Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Elîreza Zeferqendî îro li nexweşxaneyeke Tehranê çû serdana zarokekî 5 salî yê ku di êrişa Îsraîlê de birîndar bûye û hemû endamên malbata wî hatine kuştin.

Zeferqendî amarên nû yên derbarê şerê 12 rojî yê bi Îsraîlê re belav kirin.

Elîreza Zeferqendî ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li bajarên Îranê de heta niha 700 welatiyên sivîl hatine kuştin û got:

“Di nav qurbaniyan de 18 kes bijîşk û karmendên sektora tenduristiyê ne.

Di êrişan de 7 nexweşxane û 11 ambulans hatin armancgirtin û hinek navendên tenduristiyê jî ji ber rewşa neasayî hatin valakirin.”

Li gorî amarên fermî yên Îranê, di êrişên Îsraîlê de heta niha bi giştî hezar û 60 kes hatine kuştin û dibe ku hejmara kuştiyan bigihêje hezar û 100 kesî.

Her wiha 5 hezar û 750 kes jî di êrişan de birîndar bûne.

Serokê Saziya Şehîdên Îranê Seîd Uhedî roja duşemê ji medyaya welatê xwe re got:

“Hinek ji birîndaran li nexweşxane û beşên çavdêriya hûr tên dermankirin.

Hejmarek term jî heta niha nehatine naskirin loma tê pêşbînîkirin ku hejmara kuştiyên vî şerî bigihêje zêdetirî hezar û 100 kesî.”

Seîd Uhedî eşkere kir ku di nava kuştiyan de 126 jin û 41 zarok hene.

13ê Hezîranê şerekî 12 rojî bi êrişa Îsraîlê ya li Îranê dest pê kir.

Roja 22yê Hezîranê Amerîka jî tevlî şer bû û êrişî tesîsên nukleerî yên Fordo, Netenz û Îsfehanê kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî 25ê Hezîranê agirbest ragihand.