TEHRAN - Xwediyên pişkên borsayê nerazîbûn nîşan da
Hewlêr (Rûdaw) - Nirxê pişkên li Borsaya Îranê dadikeve û beşek ji xwediyên pişkan li dijî wê yekê nerazîbûn nîşan didin ku rê li ber derxistina sermayeyên wan tê girtin.
Hejmarek ji xwediyên pişkên borsayê li dijî daketina pîvana giştî û nirxê pişkan û her wiha li dijî astengkirina derxistina sermayeyên wan ji bazarê, li ber avahiya sereke ya borsayê ya li Tehrana paytexta Îranê nerazîbûn nîşan da.
Wan hewl da bikevin nava avahiyê û li hundir nerazîbûna xwe bînin ziman lê wekî ku di vîdeoyan de xuya dike, rê li ber wan hat girtin.
Xwediyên pişkên nerazî dibêjin, li şûna ku qezenc bikin ew dê sermayeya xwe ji dest bidin.
Medyaya Îranê red kir ku li ber borsayê xwenîşandan çêbûye û îdia kir ku nûçe û vîdeo ne rast in.
Îro roja dawî ya karê hefteyê yê bazara Borsaya Îranê ye û pîvana giştî ya borsayê zêdetirî 21 hezar pûanan daketiye.
Daketina pîvana giştî ya borsayê tê wateya derxistina sermayeyê ji bazarê û firotina pişkan ji aliyê xwediyên wan ve.
Ji roja şemiyê ya hefteya borî ve, piştî du hefteyên girtinê yên ji ber şer, bazara Borsaya Îranê vebû û pîvanên giştî û nirxê pişkan bi berdewamî dadikevin.
Hefteya borî bazarê 295 hezar pûan ji dest dan û xwediyên pişkan bi nirxê zêdetirî 28 trîlyon tumenî ango 304 milyon dolarên Amerîkî sermayeyên xwe ji bazarê derxistin.