Rafsancani: Em û DYA heman derê didin

 

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Konseya Parastina Şoreşa Îranê Haşimi Rafsancanî got ew û DYA di têkoşîna dijberiya DAIŞê de heman derê didin.

Li gorî Ajansa Farsê Rafsancanî di bernameya televîzyonekê de ser pirsa hevkariya dijberiya DAIŞê  got, “Heger DYA jidil be em dikarin hevkariyê bikin. Heger bixapinin ne mimkûnê.”

Rafsancanî pirsa “Niha hûn li Iraqê hemberê DAIŞê şer dikin, DYAyê jî hemberê wan şer dike. Îran û DYAyê çawa hatin vê xala hevpar?” wiha bersivand, “Em karê xwe didomînin. Raste her du dewlet jî heman derê dixin.”

Rafsancanî diyar kir ku Îran ji wan dewletên din zêdetir qurbaniyên terorî dane û ji wan dewletên din zêdetir ji bo têkoşîna terorî amade ne û wiha domand:

“Ji beriya niha me li gel DYAyê hemberê Zerkavi têkoşin kir. Lê belê me li Sûrî hemberê DAIŞê şer dikir DYAyê heman deme alîkariya wan dikir. Ez hêvî dikim ku DYAyê û dewletên din jî bibin alîkar  da ku xirabiyên DAIŞ li herêmê dikin bê dawîkirin.