Îran: Ger dijmin şaşiyekê bike dê bersiveke nedîtî wergire

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê Serleşker Emîr Hatemî got, “Ger dijmin şaşiyekê bike dê bersiveke nedîtî wergire.”

Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Serleşker Emîr Hatemî, îro li gel çend fermandarên payebilind ên artêşê, li Wezareta Karên Derve bû mêvanê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî.

"Qada parastin û dîplomasiyê"

Wî got, “Îro qada parastinê û qada dîplomasiyê, qadeke wisa ye ku tê de serxwebûn û yekparçeyiya axa welat, aştî û ewlehiya welat û herêmê tê parastin” û li pey çû:

"Em bi amûrên xwe û bi hemû hêza xwe vî karî dikin û dostên hêja yên li Wezareta Karên Derve û birêz Eraqçî jî bi amûrên dîplomasiyê vî karî dikin.

Wekî Artêşa Komara Îslamî ya Îranê em di amadebaşiya tam de ne û em dizanin ku ev dijmin ji bilî zimanê hêzê fêm nake û di şerê 12 rojî de ev fêm kir.

Îro em di amadebaşiya parastinê ya bilindtir de ne. Eger şaşiyekê bikin, bê guman dê bersiveke wisa wergirin ku heta îro nedîtine."