ÎRAN - Daxwaza berdana Azar Mensûrî û Cewad Îmam tê kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Eniya Reformê ya Îranê desteserkirina serkirdeyên xwe ji aliyê Desthilata Dadweriyê ya Îranê ve şermezar kir.
Beriya bi 2 rojan Seroka Hevpeymaniya Eniya Reformê Azar Mensûrî û Berdevkê Hevpeymaniya Eniya Reformê Cewad Îmam jî di nav de gelek endamên Hevpeymaniya Eniya Reformê hatibûn desteserkirin.
Hevpeymaniya Eniya Reformê di daxuyaniyekê de bal kişand ser navên serok, berdevk û hejmareke din a serkirdeyên xwe.
Hevpeymaniya Eniya Reformê ji Serokkomarê Îran Mesûd Pizîşkiyan û Serokê Desthilata Dadweriyê ya Îranê xwest ku bi lez û bê şert û merc serkirdeyên wan û girtiyên din ên siyasî azad bikin.
Operasyona Supaya Pasdaran
Îtlaeta Supaya Pasdaran a Îranê ev çend roj in, dest bi desteserkirina serkirdeyên Hevpeymaniya Eniya Reformê Îranê kiriye.
Pişt re hejmareke din a serkirde û çalakvanên Hevpeymaniya Eniya Reformê jî hatin desteserkirin.
Hişyariya zêdebûna aloziyan
Hevpeymaniya Eniya Reformê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku desteserkirina serok, berdevk û endamên wê ne rewa ne.
Hevpeymaniya Eniya Reformê hişyarî da ku berdewamiya vê rewşê dê bibe sedema zêdebûna girtiyên siyasî û aloziyan li welêt.
Her wiha dê bibe sedema bihêzbûna pêvajoya tundiyê û şer li nava welêt.
Medyaya Desthilata Dadweriyê ya Îranê serkirde û çalakvanên Eniya Reformxwaz a Îranê tometbar dike ku helwestên berevajî rastiyê ji bo têkdana yekbûna nîştimanî belav kirine û ji bo têkdana rewşa navxweyî ya welêt xelk teşwîq kirine.