Zerîf: Amerîkayê ji bo qutkirina peywendiyên li gel Îranê guvaş xistiye ser Iraqê

10-03-2019
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Iraq Guvaş Peywendî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf diyar kir ku Amerîkayê guvaş xistiye ser Iraqê daku peywendiyên xwe yên bi Îranê re qut bike.

 

Bi mebesta amadekariya ji bo serdana Serokomarê Îranê bo Iraqê, êvara roja şemiyê (09-03-2019) Wezîrê Derve yê Îranê gihişte Bexdayê.

 

Mihemed Cewad Zerîf di gotûbêjeke rojnamevanî de got: “Mixabin Amerîka guvaş xistiye ser Iraqê daku peywendiyên xwe yên bi Îranê re qut bike, di demekê de ku xelkên me xizm in û peywendiyên wan ên bi hev re hene, peywendî û danûstandinên wan ên sînorî hene, bazirganiya me ya bi Iraqê re yek ji bazirganiyên herî berfireh e, Amerîka çawa dixwaze vê yekê bi ser Iraqê de bisepîne ku dest ji wê bazirganiya bi qezenc berdin?"

 

Zerîf destnîşan kir: “Îran û Iraq du welatên cîran in ku hevbeşiyeke wan a mezin heye li sînor, erdnîgarî, ferheng û mijarên civakî, lewma mafê ti welatekî tine ku destwerdanê di peywendiyên derve yên van du welatan de bike.”

 

Derbarê serdana Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî bo Iraqê de ku biryar e roja 11-03-2019an serdana Iraqê bike, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf got: “Serokomarê Îranê di serdana xwe de ji bilî Bexdayê dê serdana Necef û Kerbela jî bike û li gel Sîstaniyê mezin ê lêvegera şîeyên Iraqê bicive.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst