Li Tehranê teqîn: 7 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tehrana paytexta Îranê li avahiyekê teqînek çêbû û parastina sivîlan ragihand ku sedema teqînê gaz bûye.

Derdora saet 16:05an li qata yekem a avahiya Pamçalê ya li taxa Çîtgerê ya Tehranê teqînek çêbû.

Kesekî ku vîdeoya bûyerê tomar kiriye dibêje ew der bi mûşekan hatiye armanckirin.

Di medyaya Îranê de hat belavkirin ku ew avahiya ku bûyer lê qewimiye cihê niştecihbûna berpirs û karmendên Rêxistina Dadweriyê ya Hêzên Çekdar ên Îranê ye.

Berdevkê Birêvabiriya Parastina Sivîlan a Tehranê Celal Melekî ji medyaya fermî ya Îranê re ragihand ku teqîn ji ber gazê çêbûye.

Celal Melekî da zanîn ku di bûyerê de 4 kes birîndar bûne lê Berdevkê Hawarçûnê yê Tehranê Şêrvîn Tebrîzî ragihand ku 7 kes birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê ya Desthilata Dadweriyê ya Îranê jî êrişa li avahiyê red kir û ragihand ku teqîn ji ber xemsariya xwediyê şêniyên avahiyê çêbûye.