Qalîbaf: Eger Amerîka êriş bike em dê li keştî û baregehên wan bixin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ragihand, di demekê de ku xwenîşandan li welêt berdewam dikin, eger Amerîka êrişî Tehranê bike ew dê baregeh û keştiyên Amerîkayê bikin hedef.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf îro di rûniştina parlamentoyê de axivî.
Qalîbaf li ser îhtimala êrişê gef li Amerîkayê xwar û got:
"Di egera her êrişeke leşkerî ya Amerîkayê de, 'axên dagirkirî' (mebest Îsraîl e) û baregeh û keştiyên artêşa Amerîkayê dê bibin hedefên me yên rewa."
Di nava parlamentoyê de parlamenteran dirûşmên "Mirin ji bo Amerîkayê" bilind kirin û behsa wê yekê kir ku eger metirsiyê hîs bikin dibe ku ew "pêşwext" êriş bikin.
Rewş çima aloz e?
Ev du hefte ne ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xelk daketiye kolanan.
Xwenîşandan destpêkê ji ber bihabûn û xerabbûna rewşa aborî dest pê kiribûn lê niha dirûşm hatine guhertin û daxwaza rûxandina desthilatê dikin.
Hikûmeta Îranê ev zêdetirî 60 demjimêran e ku înternet qut kiriye.
Kuştî û girtî
Li gorî amarên rêxistinên mafên mirovan bîlançoya xwenîşandanan wiha ye:
- Herî kêm 116 kes bi guleyên hêzên ewlehiyê hatine kuştin.
- Zêdetirî 2 hezar û 600 kesan hatine desteserkirin.
Hikûmet xwenîşandêran bi "têkderî" û sîxuriya derve tohmetbar dike û gefa cezayê darvekirinê li wan dixwe.
Trump: Em amade ne alîkariyê bikin
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew rewşê ji nêzîk ve dişopînin.
Trump hişyarî da Îranê ku nabe xwenîşandêran bikuje û got, "Amerîka amade ye ji bo alîkariyê."
Medyaya Amerîkayê diyar dike ku Trump û şêwirmendên wî li ser plana êrişeke asmanî ya li dijî cihên leşkerî yên Îranê gotûbêj kiriye lê heta niha biryara dawî ya ji bo şer nehatiye dayîn.