Hewlêr (Rûdaw) - Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwenîşandan didomin û tundjî zêde dibe.
Medyaya nêzîkî Sûpaya Pasdaran a Îranê, lîstikvan û rahênerê navdar ê Kurd Wirya Xefûrî bi "teşwîqkirina gel a ji bo çalakiyan" tohmetbar kir.
Ajansa Nûçeyan a Farsê ya girêdayî Sûpaya Pasdaran, di nûçeya xwe ya roja şemiyê de îdia kir ku Wirya Xefûrî ji bo piştgiriya xwenîşandanan li ser medyaya civakî bang kiriye.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku daxuyaniya Xefûrî ya li ser girtina kafeya wî ya di rojên pêncşem û înê de, wekî "banga tevlîbûna xwenîşandanên komên mixalîf" hatiye nirxandin.
"Gefên bersiva tund"
Li gorî nûçeya The New Regionê, Ajansa Farsê îdia kiriye ku ev bang bûne sedema "kuştina gelek hêzên ewlehiyê û zererdîtina malên giştî."
Ajansê hişyarî da û got, "Dê bersiveke tund bidin kesên ku banga kaosê dikin."
Helwesta wî ya berê û girtin
Wirya Xefûrî yê ku di Kupaya Cîhanê ya 2018an de jî di nav de di gelek turnuvayên navneteweyî de formayê Tîma Neteweyî ya Îranê li xwe kiriye û kaptanê berê yê Esteghlal FCyê ye, bi helwesta xwe ya wêrek a li hemberî bûyerên civakî tê naskirin.
Xefûrî 2022yan piştî ku Jîna Emînî di bin çavdêriya polîsên exlaqê de canê xwe ji dest dabû piştgirî dabû xwenîşandanan.
Ew wê demê bi tohmeta "tahrîkkirina li dijî rejîmê" hatibû girtin û paşê bi kefaletê hatibû berdan.
Lîstikvanê Kurd ê ku ji ber rexneyên xwe yên siyasî di kariyera xwe de rastî astengiyan hatibû, çiriya pêşîn a borî beşdarî kadroya teknîkî ya Esteghlal FCyê bûbû û vegereiyabû futbolê.
Lê belê tohmetên dawî yên medyaya nêzîkî desthilatê, bûne sedema dilgiraniyê ku dibe Xefûrî careke din were darizandin.
Xwenîşandan li bajarên mihafezekar belav bûn
Xwenîşandanên li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 15an de ne û di du rojên dawî de girseyên mezin daket qadan.
Hikûmetê ji bo kontrolkirina herikîna zanyariyan, ji êvara pêncşemê ve înternet bi awayekî berfireh qut kiriye an jî sînordar kiriye.
Wekî pêşhateyeke balkêş, bajarên muhafezekar ên wekî Meşhed û Qûmê ku berê dûrî çalakiyan bûn û esnafên Bazara Mezin a Tehranê jî beşdarî grev û xwenîşandanan dibin.
Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, heta roja înê herî kêm 47 kes bi guleyên hêzên ewlehiyê hatine kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse