Îranê ji bo dawîanîna şer 3 şert danîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ji bo bidawîanîna pevçûnên li herêmê, peyamek da Washington û Tel Evîvê û 3 şertên aştiyê eşkere kirin.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bal kişand ser mafên Îranê yên hatine binpêkirin û tekezî li ser wê yekê kir ku divê zererên hatine gihandin bên qerebûkirin.

Serokkomarê Îranê da zanîn ku wî bi Serokê Rûsyayê û Serokomarê Pakistanê re bi rêya telefonê axiviye.

Mesûd Pizîşkiyan di wan hevdîtinan de rewşa dawî ya herêmê nirxandiye û diyar kiriye ku Îran pêbendî aştiya herêmê ye lê şerê niha ji aliyê Îsraîl û Amerîkayê ve hatiye destpêkirin.

3 şertên Îranê yên ji bo aştiyê

Pizîşkiyan ji bo rawestandina liv û tevgerên leşkerî û bidawîanîna krîze, ev 3 şertên bingehîn pêşkêşî civaka navneteweyî kirin:

Nasandina mafan: Bi fermî naskirina mafên rewa yên Îranê yên ku ji hiqûqa navneteweyî tên û hatine binpêkirin.

Qerebûkirin: Qerebûkirina hemû zererên madî û manewî yên ku Îranê di dema şer de dîtine.

Garantiya dubarenebûnê: Dayîna garantiya navneteweyî ji aliyê aliyên êrişkar (Amerîka û Îsraîl) ve ku êdî careke din êrişî ax û berjewendiyên Îranê nekin.

"Aştiya mayînde bê qerebûkirinê nabe"

Pizîşkiyan di dawiya peyama xwe de hişyarî da û got, heta ku mafên Îranê neyên dayîn û zerer neyên qerebûkirin, aştiyeke mayînde ne pêkan e.

Serokkomarê Îranê tekez kir ku divê aliyên êrişkar gavên xwe bi paş ve vekişînin.