Nûnerê Yekîtiya Ewropayê bi rayedarê nukleerê yê Îranê re civiya
Hewlêr (Rûdaw) - Koordînatorê Yekîtiya Ewropayê ji bo danûstandinên nukleerî bi Îranê re Enrique Mora, roja Çarşemê li Têhranê bi rayedarê sereke yê Komara Îslamî ya Îranê re hevdîtin kir.
Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê IRNAyê civîna di navbera Mora û Cîgirê Serokkomarê Îranê Elî Baxerî belav kir bêyî ku hûrguliyên zêdetir bide.
Hat diyarkirin ku danûstandinên di navbera hêzên cîhanî û Îranê de ji Adarê ve rawestiyane ji ber ku rayedarên Îranê hewl didin vegerin peymana berê ya bernameyê.
Mora wek navbeynkarek di navbera Amerîka û Îranê danûstandinên li Viyanayê de ji bo vegerandina peymanê ku bi fermî wekî Plana Çalakiya Berfireh a Hevbeş (JCPOA) tê zanîn, rolek sereke lîstiye.
Peyman di sala 2015an de di navbera Îran û 5 endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, Brîtanya, Çîn, Fransa, Rûsya, Amerîka û Almanyayê de hatibû îmzekirin lê Washington di bin serokatiya serokê wê demê Donald Trump de di sala 2018an de berî ku sizayên aborî yên giran bisepîne bi awayekî yekalî ji peymanê vekişiyabû, ev yek bû sedem ku Îran dest bi paşvexistina sozên xwe bike.
Îranê di dawiya Nîsanê de banga civîneke nû ya "bi lez" kir ku peymanê vegerîne.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade, roja Duşemê diyar kir ku serdana Mora "danûstandinan di rêyeke rast de dimeşîne" û lê zêde kir ku ev nayê wê wateyê ku Mora bi "peyameke nû" gihîştiye.