Jinek bi îdamê tê darizandin: 11 hevjînên xwe bi jehrê kuştin!
Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Sariyê yê parêzgeha Mazenderanê ya Îranê, Kelsum Ekberiya ku wekî “Jinebiya Reş” tê naskirin li xwe mikur hat ku wê di nava 20 salan de herî kêm 11 hevjînên xwe bi jehrê xistine û kuştine.
Kelsum Ekberiya 56 salî ya ku li Îranê bi navê “Jinebiya Reş” tê naskirin bi wê yekê tê tawanbarkirin ku zêdetirî 20 salan bi mêrên kal û dewlemend re zewiciye û ew bi jehrê xistine.
Kelsum Ekberiyê di îfadeya xwe de herî kêm di kuştina 11 mêran de li xwe mikur hat lê da zanîn ku hejmara qurbaniyan tam nayê bîra wê.
Rayedar di wê baweriyê de ne, dibe ku hejmara rastî ji 20î zêdetir be.
Plana zewac û kuştinê ya ji bo mîrasê
Rêbaza Ekberiyê ew bû ku bi mêrên kal û dewlemend ên bi tenê dijiyan re bizewice û paşê bi dayîna dozeke bilind a şekir, dermanên tansiyonê, aramker an jî alkola pîşesaziyê qurbaniyên xwe dikuştin.
Bi salan nehat fêmkirin
Ji ber kalbûn û pirsgirêkên tenduristiyê yên qurbaniyan, kuştin bi salan derneketin holê.
Kuştinên ku ji destpêka salên 2000î heta 2023yan li bajarên Sarî, Neka, Mehmûdabad, Babol û Qaemşehrê hatin kirin li ser mirina mêrê wê yê dawî yê 82 salî eşkere bûn.
Bi gumana kurê wê û derketina holê ya hewldaneke bijehrêxistinê ya berê Ekberî hat desteserkirin.
“Nayê bîra min ku min çend kes kuştine”
Ekberiya ku li navendeke ewlehiyê ya Îranê li tawanên xwe mikur hat, got:
“Nizanim min çend kes kuştine. Dibe ku 13, dibe ku 15 bin, tam nayê bîra min.”
Rayedar diyar dikin ku Kelsum Ekberî bi giştî 18 caran bi mehra meleyan û 19 caran jî bi awayekî fermî zewiciye û piraniya wan bi mirinê bi dawî bûne.
Daxwaza îdamê
Medyaya Îranê ragihand ku eger Ekberî sûcdar were dîtin, ew dê wekî rêzekujera duyem a jin a Îranê bikeve dîrokê û dibe ku were îdamkirin.