Balafira şer a Îranê kete xwarê
Hewlêr (Rûdaw) – Medyaya Îranê ragihand, ku îro danê sibê 11-11-2017, balafirekî cengî yê Îranê li parêzgeha Fars ketiye xwarê.
Li gorî nûçeyên medya Îranê, balafira şer di dema meşqkirinê de 15 kîlometre li durê bajarê Serustan ketiye.
Heta niha jî derbarê kuştî û birîdnaran de ti zanyariyek nehatiye belavkirin.