Ruhanî: Me li blokekî nû 53 milyar bermîlên petrolê dît

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Îranê ragihand, wan li parêzgeha Xuzistanê zeviyeke petrolê peyda kiriye, ku 53 milyar bermîl petrol têde ye û 2 hezar 400 kîlometrên çargoşe berfirehiya wê ye.

Li gor nûçeya ajansa Fars a Îranê, Hesen Ruhanî di gotarekê de li bajarê Yezdê ragihand: “Me zeviyeke petrola peyda kiriye, ku 53 milyar bermîl petrol têde ye. 53 milyar bermîl petrol ku li zeviyeke mezin ya petrolê de ye, ji Bostane destpê dike heya nêzîk Omîdiye. 2 hezar 400 kîlometirên çargoşe panahiya wê ye.”

Ruhanî bang li Amerîkayê kir û got: “Eger berhemanîna me ya petrolê ji sedî yek jî zêde bibe, dahata ji petrolê dê ji bo 32 milyar dolarî bilind bibe. Ez ji Koşka Spî re dibêjim, dema hûn mijûlî astengkirina firotina petrola Îranê ne, karker û endazyarên me 53 milyar bermîlên petrolê dîtin.”

Li gor vê daxuyaniya Ruhanî, ev bloka nû ya petrolê piştî bloka Ehwazê ku 65 milyar berîmên petrolê yedeka wê heye, dibe duyemîn bloka mezin a petrolê li Îranê.

Di sala 2018an de, Îranê bi 156 milyar bermîlên petrolê, çaremîn welatê mezin ê xwediyê yedeka petrolê li ser asta cîhanê bû. Her di heman sale de, Venezuela bi 303 milyar bermîlan, Erebistana Siûdiyê bi 298 milyar bermîlan û Kanada bi 167 milyar bermîlan di rêza yekem heta sêyem a welatên mezin ên xwediyê zêdetirîn yedeka petrolê de cih girtibûn.

Bi dîtina  wê bloka neftî ya nû, Îran di pileya sêyem a welatên xwediyê yedeka petrolê de cih digire.

Di warê yedeka gazê de jî Îran li seranserê cîhanê di rêza duyem de ye.