HRANA: Li Îranê hejmara kuştiyan 7 hezar derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) eşkere kir ku di xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de zêdetirî 7 hezar kesan hatine kuştin û zêdetirî 52 hezar kesan jî hatine desteserkirin.

HRANAyê her wiha ragihand, “Em hîn jî li dû dosyeya kuştina 11 hezar kesên din in.”

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) rapora xwe ya herî nû derbarê qurbaniyên xwenîşandanan de belav kir.

Li gorî raporê, heta îro kuştina 7 hezar û 2 kesan bi belgeyan hatiye piştrastkirin ku 216 ji wan zarok in; her wiha 214 kuştî jî ji hêzên ewlehiyê ne.

Dosyayên ku di bin lêkolînê de ne

HRANAyê di rapora xwe de amaje bi wê yekê kir ku ji bilî wan amarên piştrastkirî, niha lêkolînê li ser dosyeya kuştina 11 hezar û 730 kesên din dikin ku hîn belgeyên temam derbarê wan de nehatine komkirin.

HRANAyê derbarê birîndar û desteserkirinan de jî ragihand:

"25 hezar û 22 kes birîndar bûne ku birîna hinek ji wan giran e.

Her wiha 52 hezar û 941 xwenîşander li bajarên cuda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine desteserkirin."

Cudahî di navbera amarên fermî û yên rêxistinan de

Ev amarên rêxistinên mafên mirovan gelekî ji amarên fermî yên hikûmeta Îranê cuda ne.

Encumena Ewlehiyê ya Îranê 21ê Kanûna Paşîn a îsal amara giştî ya qurbaniyan wekî 3 hezar û 117 kes eşkere kiribû û gotibû:

"2 hezar û 427 ji wan xelkê bêguneh û hêzên ewlehiyê bûn."

Ofîsa Serokkomariya Îranê 29ê Kanûna Paşîn a 2026an ragihand ku bi fermana Mesûd Pizîşkiyan, nasnameya kuştiyên nerazîbûnan tê belavkirin.

Piştre ajansa fermî ya IRNAyê navên 2 hezar û 986 kesên ji kuştiyên nerazîbûnan belav kir û ragihand ku navên 131 kesên din ji ber ku nehatine naskirin nehatine belavkirin.

Sedema xwenîşandanan û zerarên madî

Xwenîşandan 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji aliyê esnafên Tehranê ve li dijî bihabûnê û daketina nirxê tumen dest pê kir lê piştre berfireh bû û alozî derketin.

Li gorî amarên komîteya asayîşa niştimanî ya parlamentoya Îranê, di xwenîşandanan de zerar gihiştiye 250 dibistanan, 300 mizgeftan, 90 hewzeyên zanistî û 2 hezar û 221 otomobîlên hêzên ewlehiyê.