Îran û roja 12an, Tehranê derbên giran xwarin
Hewlêr (Rûdaw) – Doh bi şev (11ê Adara 2026an) bi taybetî li taxên rojhilatê bajarê Tehranê dengê gelek teqînên bihêz hat bihîstin.
Heta niha agahiyên piştrastkirî yên li ser cihên ku hatine bombebarankirin nehatine belavkirin.
Medyayên fermî yên Îranê ragihand ku ji êvara çarşemê ve bi pir dronan êrişî Tehranê hatiye kirin û ergala parastina asmanî ya Îranê du dronên Îsraîlê xistine xwarê.
Li Tehranê hedef Besîcî bûn
Li gorî agahiyên hatine belavkirin, armanca sereke ya êrişên bi dronan, baregeh û xalên kontrolê yên Supaya Pasdaran û polîsan ên li nav bajarê Tehranê bûn.
Ajansa Farsê ya nêzîkî Supaya Pasdaran li ser zimanê çavkaniyeke agahdar ragihand ku di encama bombebarankirina hinek xalên kontrolê yên hêzên Besîcê yên li herêmên 1, 14, 15 û 16an ên nav bajarê Tehranê de zêdetirî 10 Besîciyan hatine kuştin.
Besîc wekî yek ji pênc hêzên sereke yên Supaya Pasdaran tê dîtin û wekî "hêza gel" a supayê tê naskirin.
Hinek Besîcî çekdar in û ji destpêka şer ve kontrola ewlehî û çavdêriya nav bajarê Tehranê bi wan hatiye spartin.
Zanîngeha Leşkerî ya Îmam Husên dîsa hat bombebarankirin
Ji bilî êrişên bi dronan, doh êrişên balafir û mûşekan jî li ser Tehranê domandin.
Di roja 12an a şer de êriş li ser taxên Cennetabad, Qulhek, Muîn û Niyaveranê çir bûn.
Her wiha Zanîngeha Leşkerî ya Îmam Husên a li Tehranê jî ji destpêka şer ve çend caran hatiye bombebarankirin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku piştî tesbîtkirina cihên xweveşartina hêzên Supaya Pasdaran ên li Tehranê, balafirên wan demildest ew stargeh bombebaran kirine.
Êrişên li parêzgehên din û parzûngehên petrolê
Ji bilî Tehranê, roja çarşemê gelek baregeh, saziyên leşkerî û parzûngeh li deverên cuda yên Îranê bûn armanc.
Li derveyî bajarê Kerecê, êrişeke asmanî li ser xaleke kontrolê ya polîsan hat kirin.
Li herêmên sînorî yên bajarê Serawanê yê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, çend baregehên Supaya Pasdaran hatin bombebarankirin.
Her wisa li bajarê Çabeharê yê heman parêzgehê, êrişî du baregehên leşkerî yên Hêza Deryayî ya Îranê hat kirin.
Li bendergeha Mahşehrê ya parêzgeha Xuzistanê baregeheke leşkerî hat armanckirin.
Doh berî nîcro li bajarê Abadanê jî êrişî du parzûngehên petrolê hat kirin.
Li bajarê Bûşêhrê baregehên Hêza Deryayî ya Artêşê, li Îsfehanê navenda Hêza Parastina Asmanî ya Artêşê û li derdora bajarê Şîrazê jî du baregehên leşkerî hatin bombebarankirin.
Amarên Heyva Sor a Îranê
Hikûmeta Îranê dibêje Amerîka û Îsraîl ji bilî baregehên leşkerî, cihên sivîl jî bombebaran dikin.
Li gorî amarên ku Rêxistina Heyva Sor a Îranê doh belav kirine, 21 hezar û 720 yekeyên neleşkerî hatine bombebarankirin.
Di nav wan de 160 navendên tenduristiyê, hinek dibistan û stadyumên werzişê hene.
Navenda Fermandariya Hêzên Amerîkayê û artêşa Îsraîlê dibêjin hêzên leşkerî yên Îranê li cihên neleşkerî bi cih bûne.
Wan eşkere kir ku Îran wan cihan ji bo xweveşartin û êrişkirina ser Îsraîlê û welatên herêmê bi kar tîne.