Larîcanî: Dijberiya îdamê dijberiya îslamê ye
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Daraz û Dadweriya Îranê Sadiq Larîcanî, bi tundî bersiva wan kes û aliyan da ku li dijî cezayê bidarvekirinê ne û wiha got: “Dijberiya bidarvekirinê tê wateya dijberiya îslamê.”
Li gorî medyaya Îranê, Serokê Giştî yê Daraz û Dadweriya Îranê û birayê Serokê Parlamentoya wî welatî Sadiq Larîcanî, duh (11.12.2013) di civîna hinek berpirsên dadweriyê de li Tehranê, diyar kir ku nabe ti kes li dijî biryarên îslamê yên ku jê re “nes” tên gotin derkeve çimkî li cîhanê tenê îslamek heye.
Sadiq Larîcanî, anî ziman ku yek ji wan biryar û hukmên nes, bidarvekirin e ku li îslamî bi awayekî tendurist û ji aliyê mezin û zanayên îslamî ve hatiye destnîşankirin lewma “dijberiya bidarvekirinê tê wateya dijberiya îslamê”.
Beriya niha jî, alîkarê taybet ê Serokomarê Îranê di karûbarên kêmîneyên etnîkî û olî de Elî Yûnisî, rexne li Daraz û Dadweriya Îranê girtibû û ew sazî wek saziyek lawaz nirxandibû. Derheqê bidarvekirina kurdan de jî Yûnisî wiha gotibû: “Vê pirsê ji daraz û dadweriyê bikin.”
Ev daxuyaniyên Larîcanî di demekî ye ku hinek çalakvan û rewşenbîr dest bi kampanyayekê kirine da ku cezayê bidarvekirinê li Îranê were hilweşandin.
Li Îranê her sal bi sedan kes tê bidarvekirin ku herî zêde jî kurd tên îdamkirin.
Li gorî amarên navdewletî, di sala 2013an de li Îranî herî kêm 400 kes ji ber sûc û hêcetên cur bi cur hatine îdamkirin.