5 faktorên ku paşeroja Îranê diyar dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Pispor û şirovekaran 5 faktorên sereke diyar dikin ku dê paşeroja desthilata Îranê diyar bikin.
Zêdetirî du hefteyan e xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê didom in ku wekî astengiya herî mezin li pêşiya hikûmeta wî welatî tên dîtin.
Şirovekar dibêjin ku hîn zû ye mirov pêşbîniya rûxandina Komara Îslamî bike.
Xwenîşandanên ku destpêkê ji bo nîşandana nerazîbûna li hemberî rewşa aborî dest pê kiribûn, niha daxwazên wan guherîne ji bo guhertina desthilatê.
Desthilatdarên Îranê bi tundî bersiva nerazîbûnan da û li gorî komên mafên mirovan bi sedan kes hatine kuştin lê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî (86 salî) hîn kontrola rewşê di destê xwe de digire.
Astengiya herî mezin
Mamosteyê Peymangeha Lêkolînên Siyasî ya Parîsê Nicole Grajewski ji AFPy re axivî û got:
"Ev xwenîşandan ji aliyê qebare û daxwazên siyasî ve ji bo Komara Îslamî astengiya herî mezin e."
Lê belê Nicole Grajewski amaje bi wê yekê kir ku hîn ne diyar e ka dikarin desthilatê birûxînin an na, ji ber ku hikûmeta Îranê di tepisandina xwenîşandanan de gelekî bihêz e.
Mamosteyê Zanîngeha Ottawayê Thomas Juneau jî got:
"Hîn ez bawer nakim rûxandina rejîmê nêzîk be lê wekî berê ji vê gotina xwe piştrast nînim."
Şirovekar pênc faktorên sereke diyar dikin ku dê paşeroja desthilata Îranê diyar bikin:
1- Berdewamiya xwenîşandanan
Xwenîşandan mezin bûn lê hîn negihîştine qonaxa "xala venegerê".
Xwenîşandan 28ê Kanûna Pêşîn bi greva li Bazara Tehranê dest pê kir û piştre berfireh bûn.
Ji ber qutbûna înternetê zanyarî kêm bi dest dikevin.
Mamosteyê Zanîngeha Yaleê Areş Ezîzî dibêje, pirsgirêka xwenîşanderan ew e ku torgineke wan a rêxistinkirî ya bihêz nîne ku "bergehê li ber tepisandinê" bigire.
2- Yekgirtiya desthilatê
Şirovekar dibêjin heta ku "jihevqetîn" di nav hêzên ewlehiyê û serkirdayetiya Îranê de çênebe, guhertin zehmet e.
Heta niha artêş, parlamento û Supaya Pasdaran piştevaniya Xamineyî dikin û ti nîşanên cudabûna berpirsan xuya nake.
3- Destêwerdana Amerîka yan a Îsraîlê
Serokê Amerîkayê Donald Trump gefa bersiva leşkerî xwariye û roja duşemê ji sedî 25 bac xiste ser hevbeşên bazirganî yên Îranê.
Beriya niha meha hezîranê, Îsraîlê şerekî 12 rojî li dijî Îranê kiribû û Amerîka jî beşdar bibû ku tê de çend berpirsên payebilind hatibûn kuştin.
Wezareta Karên Derve ya Îranê dibêje pêwendiya wan bi Washingtonê re heye lê şirovekar dibêjin eger Amerîka rasterast êrişa leşkerî bike, dê rewş bi temamî biguhere.
4- Mixalefeteke rêxistinkirî
Kurê şahê berê yê Îranê Reza Pehlewî li Amerîkayê banga xwenîşandanan dike û dirûşmên monarşiyê li kolanan tên bihîstin.
Lê mixalefeta derveyî welêt belav û nakok e.
Areş Ezîzî dibêje, divê "hevpeymaniyeke serkirdayetiyê" were avakirin ku nûnertiya hemû Îraniyan bike ne tenê aliyekî.
5- Tenduristiya Xamineyî
Xamineyî ji sala 1989an ve li ser desthilatê ye.
Her çi qasî hîn bi desthilat xuya dike jî lê nediyariyek heye ka kî dê cihê wî bigire.
Gelo kurê wî Mucteba ye yan dê komîteyek be?
Thomas Juneau dibêje, di rewşeke wiha de dûr nîne Supaya Pasdaran bi awayekî fermî desthilata welêt bi temamî bigire destê xwe.