Îran: Me li Loristanê 5 endamên Komeleyê desteser kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Îtlaetê ya Îranê ragihand ku wan li parêzgeha Loristanê 5 kesên "endamên Partiya Komeleyê" desteser kirine û wan bi beşdarbûna di xwenîşandanan de tohmetbar dike.

Wezareta Îtlaetê ya Îranê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku hêzên wan li bajarê Xuremabadê yê navenda parêzgeha Loristanê, "grûpeke 5 kesî ya ser bi Komeleyê" belav kiriye.

Di daxuyaniyê de Wezareta Îtlaetê kesên desteserkirî wekî "grûpeke terorîst" û Partiya Komeleyê jî wekî "komeke cudaxwaz" bi nav kir û îdia kir ku "wan 5 kesan di xwenîşandan û bêaramiyên parêzgeha Loristanê de cih girtine."

Li gorî agahiyên wezaretê, di dema desteserkirina wan kesan de çekeke kalaşnîkov û 250 fîşek hatine girtin.

Heta niha her sê baskên Komeleyê (Komeleya Şoreşger, Komeleya Zehmetkêşan û Rêxistina Kurdistanî ya Partiya Komunîst) derbarê daxuyaniya Wezareta Îtlaetê de ti daxuyanî nedaye.

Wezareta Îtlaetê her wiha amaje pê kir ku di operasyoneke din de li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê dest daniye ser gelek çek û cebilxaneyan.

Li gorî daxuyaniyê, 7ê Kanûna Paşîn a îsal, hêzên Birêvebiriya Giştî ya Îtlaetê ya Urmiyeyê dest daniye ser 100 demançe û 120 çekên nêçîrê û têkildarî vê dozê 4 kes hatine desteserkirin.

Di beşeke din a daxuyaniyên Wezareta Îtlaetê de hat gotin ku wan dest daniye ser 273 demançe û çekên cureyê "Winchester"ê ku di nav barhilgireke biyanî de hatibûn veşartin.

Wezaretê behsa cihê bûyerê nekir lê diyar kir ku 3 kes hatine girtin.

Belavkirina van nûçeyan ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên Îranê ve di demekê de ye ku nerazîbûn û xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ketine roja 17an.

Rayedarên Tehranê bi berdewamî behsa "destê derve" yê li pişt xwenîşandanan dikin û xwenîşanderan wekî " têkder" bi nav dikin.