Li Tehranê êrişî xaleke kontrolê ya Supaya Pasdaran hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tehrana paytexta Îranê di dema merasîma binaxkirina kuştiyên şer de, êrişî xaleke kontrolê ya Supaya Pasdaran hat kirin.

Bûyerê îro demjimêr 10:00an li herêma Xaveranê ya li başûrrojhilatê Tehranê rû da.

Wê demê ji bo 8 endamên hêzên çekdar ên Îranê merasîma binaxkirinê hebû ku di encama bombebaranên Îsraîl û Amerîkayê de hatibûn kuştin.

Di wê kêliyê de êrişî xaleke kontrolê ya Supaya Pasdaran a li wê herêmê hat kirin.

Di vîdeoyeke ku li cihê êrişê hatiye girtin de dûmaneke zêde tê dîtin û xelk bi tirs ji herêmê dûr dikeve.

Zerer nehatine eşkerekirin

Heta niha zererên canî û madî yên vê êrişê nehatine eşkerekirin.

Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê

Îsraîl û Amerîkayê 28ê Sibatê êrişeke leşkerî bir ser Îranê.

Îranê jî li hemberî vê yekê dest bi êrişên bersivdayînê kir.

Îranê ji bilî Îsraîlê, êrişî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Îmarat û Behreynê û hinek welatên din ên herêmê kir.

Di êrişên Amerîka û Îsraîlê de Rêberê Îranê Elî Xamineyî û gelek berpirsên pilebilind hatin kuştin.

Li gorî berpirsên Îranî, di êrişên Amerîka û Îsraîlê de hejmara kuştiyan ji hezar û 348an derbas bûye û hejmara birîndaran jî zêdetirî 17 hezaran e.