Elî Larîcanî: Zextên Amerîkayê vîna gelê Îranê xurttir dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Konseya Bilind a Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî bi tundî êrişî polîtîkayên Serokê Amerîkayê kir û ragihand ku zext nabin sedema bipaşdevekişîna gelê Îranê.

Elî Larîcanî îro dema ku beşdarî meşa Roja Qudisê ya li Tehranê bû bal kişand ser helwestên Donald Trump û got:

“Hişê Trump nagire ku bibîne gelê Îranê gelekî wêrek, xurt û xwedî vîn e.

Zextên Amerîkayê çi qasî zêde bibin, vîna gelê Îranê ya ji bo rûbirûbûnê jî ew qasî zêdetir dibe.”

“Êriş nîşana bêdesthilatiyê ne”

Larîcanî di beşeke din a axaftina xwe de behsa êrişên Îsraîlê yên li ser rêya xwenîşanderan kir û anî zimên:

“Ev êriş nîşana bêdesthilatiyê ne. Kesê ku xurt be bombeyan li rêya meşê nabarîne. Eşkere ye ku ew bê hêvî bûne û tiştek ji destê wan nayê.”

Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê

Îsraîl û Amerîkayê 28ê Sibatê êrişeke leşkerî bir ser Îranê.

Îranê jî li hemberî vê yekê dest bi êrişên bersivdayînê kir.

Îranê ji bilî Îsraîlê, êrişî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Îmarat û Behreynê û hinek welatên din ên herêmê kir.

Di êrişên Amerîka û Îsraîlê de Rêberê Îranê Elî Xamineyî û gelek berpirsên pilebilind hatin kuştin.

Li gorî berpirsên Îranî, di êrişên Amerîka û Îsraîlê de hejmara kuştiyan ji hezar û 348an derbas bûye û hejmara birîndaran jî zêdetirî 17 hezaran e.