24 saetên dawî yên şer: Tehran di bin bombebaranê de ye

Hewlêr (Rûdaw) - Şerê di navbera Amerîka-Îsraîlê û Îranê de ketiye roja xwe ya 14an.

Di 24 saetên dawî de êrişên asmanî û mûşekî yên li ser Tehranê û çend parêzgehên din ên Îranê bê navber berdewam dikin.

Tehran di bin bombebaranê de

Doh li gelek taxên Tehranê dengê teqînên bihêz hatin bihîstin.

Li gorî zanyariyan, li otobana Çamranê bi dronekê êrişî otomobîlekê hat kirin û kesên di otomobîlê de canê xwe ji dest da lê hîn nasnameya wan nehatiye eşkerekirin.

Her wiha pergala parastina asmanî ya li nêzîkî tesîsa nukleer a Emîrabadê ya li Tehranê çalak bû.

Îsraîlê ragihand ku wan careke din avahiya Radyo û Televîzyona Îranê (IRIB) kiriye armanc.

Deverên pîşesaziyê ya Hekîmiyeyê ya rojhilatê Tehranê û taxên Fekûrî, Şehriyâr, Endîşe, Kerec, Ezîmiye, Cîhanşîr, Germdere, Dewletabad, Qarçek, Risalet û Parçînê bi dijwarî hatin bombebarankirin.

Hat piştrastkirin ku li Şehriyârê êrişî baregeha "Emîr el-Mûmînîn" a Besîcên Supaya Pasdaran hatiye kirin.

Amerîka û Îsraîlê saet 03:00ê sibeha pêncşemê êrişî tesîsa nukleer a "Talekan 2"yê ya li kompleksa leşkerî ya Parçînê ya Tehranê kir.

Tê gotin ku êriş bi bombeyên "GBU-57ê yên ku erdê qul dikin hatiye kirin.

Êrişên li parêzgehên din

Rezewî Xorasan

Li nêzîkî çiyayên Helecê yên Meşhedê dengê teqînên bihêz hatin bihîstin.

Tê gotin êrişî baregeheke mûşekan hatiye kirin.

Baregehên Sûpaya Pasdaran û polîsan ên li Meşhedê jî hatin armanckirin.

Bûşehr

Depoyên mûşekan ên Supaya Pasdaran hatin bombebarankirin.

Her wiha baregeha hewayî ya Artêşê û baregeheke mûşekan a li navçeya Hurmucê hatin armanckirin.

Fars

Li taxa Qesrdeştê ya Şîrazê 3 teqîn çêbûn.

Nêzîkî fakulteya bijîşkî hat bombebarankirin.

Serê sibehê û nîvro balafirgeha Şîrazê û çiyayên Şapurcan hatin armanckirin.

Xûzistan

Li bajarên Dezfûl, Andîmeşk, Deylam û Mahşehra Xûzistanê teqîn çêbûn.

Li bendera Îmam Hesenê ya Deylamê êrişî fîloya deryayî ya Sûpaya Pasdaran hat kirin û gelek keştî hatin îmhakirin.

Her wiha baregeha Tûmena Zirxî ya 92an a Sûpaya Pasdaran a li Ehwazê û hin deverên girava Keşmê hatin bombebarankirin.

Li taxa Gulistanê ya Ehwazê êrişî malekê hat kirin, hat ragihandin kuştiyên sivîl hene.

Isfehan

Li navçeyên Şahînşehr, Necefabad, Sepahanşehr û Vilaşehrê baregehên leşkerî hatin armanckirin.

Tebrîz

Êriş gihîştin sînorên parêzgeha Tebrîzê.

Serê sibehê taxa Zeferaniye hat bombebarankirin.

Tê gotin ku fermandarê Baregeha Hewayî ya Fekurî ya Artêşê, Daryûş Silêmanî û endamên malbata wî di êrişê de canê xwe ji dest da.